Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
Piştî ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatî tayînkirin, 23 kes ji kar hatin derxistin û cihê xebatê yê 150 kesan jî hate guherandin. Li Navenda Şêwrê ya Jinan a ÎŞTAR’ê jî zilamek hate tayînkirin.
‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
Rojnameger Stêrk Gulo diyar kir ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perspektîfa “azadiyê” ya Abdullah Ocalan hêzê digirin û got: “Bi saya felsefeya Abdullah Ocalan hevgirtina gelan xurt bû.”
KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di 15'ê Sibatê de ber bi Strasbourgê biherikin û daxwaza xwe ya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" bilind bikin."
Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
Sûad Mistefe ku 3 zarokên wî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, nasîna xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi van gotinan vegot: "Min nedîtiye ku tu rêberekî gelê Kurd bikeve nava raya gel, nirxandinan bike û bi wan re nîqaş bike. Girîngiya min a ji bo têkoşîna azadiya kurd zêde bû."
Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
Berdana girtî Îzzettîn Tekmen ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Amedê ye, 10 mehan hat taloqkirin. Dêrsim Tekmen ku bavê xwe di girtîgehê de di 13 saliya xwe de nas kir got: "Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe."
Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 4’an de didome. Serdanên ji bo nobetê her ku diçe zêdetir dibin û di roja 3’yemîn de bi hezaran kesan nobet girtin.
Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
Çalakiya nobedê ya li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li hemberî berfê di roja 4’emîn de dewam kir.
Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gihîştiye wan. Bayik da zanîn ku tecrîda Îmraliyê dewam dike, helwesta dewletê rexne kir û got ku ger şertên Abdullah Ocalan neguhere dê çawa bangewazî bike.
Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat bertek nîşanî qedexekirina çalakiya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî da û wiha got: “Qedexe dê nekiarin me asteng bikin. Em vê biryarê qebûl nakin. Ev 100 sal in hûn me dikujin lê Kurd ev 100 sal in li ser pêyan e.”
Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
Di çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku her kes guh bide daxuyaniya tê payin Abdullah Ocalan bide û hat xwestin her kes ji vîna gel re rêzdar be.
Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
Li Edene û Êlihê cezayê li Hevşaredar Abdullah Zeydan hatiye birîn hat protestokirin û peyama “Gelê Wanê bi tenê nîne” hate dayin.
Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan çû serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli ku li Girtîgeha Edîrneyê tên ragirtin.
Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
Saziya Daîreya Parastina Gorên Komî û Şehîdan a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê nasnameyên 32 welatiyên di Fermana 3’yê Tebaxê de li Şengalê de hatin qetilkirin û di gora komî de hatine veşartin, bi salan piştre eşkere kir.
Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
Dewleta tirk bi balafirên şer herêma Binarê Qendîlê bombebaran kir.