Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin

KONGRA-GEL ji bo tevlibûna mitînga Strasbourgê ku dê di 15’ê Sibatê de were lidarxistin bang kir û got: “Ji bo silavkirina Rêber Apo û bibin bersiva banga wî em ê li Strasbourgê bin.”

Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest

Danişîna biryarê ya Omer Atalay ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hate girtin û Dadgeha Bilind dosyaya wî betal kir dê sibe were lidarxistin. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de israr kir û ceza xwest.

Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di çalakiya li dijî hewldana tayînkirina qeyûm de axivî û got: “Bedela wê çi dibe bila em ê îradeya gel biparêzin.” Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî got: “Gelê Wanê dê bersivê bide van polîtîkayên neçareseriyê yê aqilê dewletê.”

Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li Manîsayê de 18 kes hatin binçavkirin.

Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin

Cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn li Cizîrê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna me ya ji bo avakirina civaka demokratîk dê bidome.”

AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da

Rojnameger Yelda Çîçek dema di protestoyên qeyûm de dîmen dikişand hatibû binçavkirin û ceza lê hatibû birîn. AYM’ê ji bo cezayê hatiye dayin biryara binpêkirinê da.

Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin

Polîsê tevgera taybet ê bi navê Mehmet Nûrbakî Goçmez ku Nîhat Kazanhan qetil kiribû, ev saleke nehatiye girtin. Di dozê de dadgehê biryar da ku xwe li benda polîsê bersûc bigirin.

Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin

Panoya ku wêneyên rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin li ser bûn, hate rûxandin û şewitandin.

Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn

Li navçeya Şemrexê mînîbûsa karker lê siwar û pîkabekê hev xist û di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin

Parêzeran li dijî biryara girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz kirin.

Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe

Kasim Firat diyar kir ku ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan, komployên li dijî pêşengên Kurdan didomin û got: “Ji bo çareseriyê divê Ocalan azad bibe. Divê rewşeke biewle bê afirandin.”

Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin

Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû jî di nav de 8 kes li Enqereyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.

Amed bi berfê xemilî
Amed bi berfê xemilî

Li Amedê berf bariya û navenda bajar bi berfê xemilî.

Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng

PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Bi daxuyaniya Rêber Apo re dê pêvajoyeke nû dest pê bike. Her tişt dê bi daxuyaniyekê pêk neyê û her tiştî dê tenê Rêber Apo neke. Çawa ku pirsgirêk ya me hemûyan be, berpirsyarî jî ya me hemûyan e.”

Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim

Hasan Karapinar ê ku di girtîgehê de pençeşêra lenfê dubare lê peyda bû û paşê bi cezayê hepsa malê hat berdan, got: "Ez mafekî dixwazim."

< 396 397 398 399 400 > Rupel 398 / 5.358