Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz bi girtiyên li girtîgehên Antalyayê re hevdîtin kir. Saliha Aydenîzê diyar kir ku ev saleke girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û mafê wan wê tedawiyê tê binpêkirin.
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin û endamên Grup Yorumê binçav kirin.
Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
Parêzerê Îtalyayî Ezio Menzione diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriyê neyîne û got: “Heke Abdullah Ocalan azad bibe dê pêvajo bi ser keve.”
Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
Polîsên bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin kamerayên ewlehiyê bêbandor kirin û li ser depê qursê alaya tirkan xêz kirin.
Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
Dayikên ku tevî hewayê sar jî li Wanê qada nobetê naterikînin wiha gotin: “Me coşa Newrozê hinek zû jiya. Em ê li ber xwe bidin û tu carn serî netewînin.”
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
Dewleta tirk bi obûsan êrişî bajarokê Zirganê kir û di êrişê de jinek hate qetilkirin.
Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
Hevşaredarê bAjarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ku di çalakiya nobetê ya li Wanê de cih digire, wiha got: “Li Wanê berxwedaneke biheybet heye.” Dogan, banga “Ji xeletiya xwe vegerin” li îktîdarê kir.
Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
DEM Partiyê di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê de diyar kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûn û pêkhatina aştiyê firsendeke dîrokî ye û ji bo çareseriyê 4 xal rêz kir.
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin. Parêzer Volkan Bîlece û Hebûn Hakan Akkaya jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin. Gelek rêveberên DEM Partî û DBP’ê hatin binçavkirin.
Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
Berxwedêrên Wanê bang li îktîdarê kirin ku dev ji êrişên xwe berde û gotin: “Em li vir in, em bi îradeya xwe re ne û heta encamê bidest dixin jî dê li vir bin. Me çawa çawa duh rê nedabe we, em ê îro jî rê nedin.”
Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
Ji ber berfa zêde ya li navend û navçeyên Wanê, rêya 235 mezra û gundan hatin girtin.
'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
Parêzer Lokman Emen bal kişand ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û di vî 26 salên borî de Tirkiyeyê be rbi rûxandinê ve çûye û got: "Divê birêz Ocalan di çarçoveya mafê her kesî yê aştiyê de bigihê azadiya xwe."
Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
Şoreşgerê Ereb Çetîn Alkanoglû diyar kir ku yek ji sedemên herî girîng ên komploya li dijî Abdullah Ocalan paradîgmaya modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst e û got: "Xwestin pêşeng 'bêtesîr bikin' û li welat, herêmê û qada navneteweyî pêşî li vê paradîgmayê bigirin."