Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
Di daxuyaniya ji bo Elewiyên ku bi êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re rû bi rû dimînin de, wiha hat gotin: "Colanî rewa nekin! Nîşandana wî wekî 'qasidê aştiyê', pesendkirina zilmê ye."
Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
Di danişîna duyemîn a doza rojnameger Fatih Altayli de ku bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” tê darizandin, 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn.
Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
Piştî xwepêşandanên li bajarên Lazqiye, Cebla, Tartûs, Hama û Humsê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî xênî û kargehan operasyon lidarxistin û kesên beşdarî xwepêşandanan bûn binçav kirin.
Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
Girtî Burak Buyukkaya ji rojnameger Huseyîn Aykol ê xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha tê tedawîkirin re şand û got: “Hêvî dikim di zûtirin demê de baş bibî. Hêj gelek karê divê were kirin heye heval.”
Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
Civaknasê Îranî Ferhad Xosrokhavar diyar kir ku ew bi tevahî piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: "Hevpeymaniyek Kurd-Tirk-Ereb ku dê rewşa bêçare ya Rojhilata Navînê ji holê rake, dikare sînorên çêkirî bêyî ku dabeşbûnên nû çêbike bêfonksiyon bike.
Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
Mehmet Emîn Edemen ê ku 31 salan di girtîgehê de ma û di sala 2023'yan hat berdan, jiyana xwe ji dest da.
DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
DBP’ê bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin da û got: “Ji bo avakirina jiyaneke wekhev û hevpar a li Sûriyeyê divê gavên pêwîst demildest bên avêtin.”
DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
DEM Partî dê di konferansa navneteweyî ya ku di 6-7'ê Kanûnê de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li dar bixe, ezmûnên xwe yên li ser pevçûnan û çareseriyê nîqaş bike.
Tedawiya rojnameger Aykol didome
Hat zanîn ku dilê rojnameger Huseyîn Aykol ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin sekinî ye û piştre dîsa hatiye xebitandin.
Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî êrişên Hikûmeta Veguhez ên li dijî Elewiyan da û xwest gotinên nefretê bên bidawîkirin.
'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
Birayê Mûstafa Amutgan Ahmet Amutgan ê ku 30 sal in girtî ye û tehliyeya wî 3 caran hatiye astengkirin, diyar kir ku ev binpêkirinên li girtîgehan li dijî ruhê pêvajoyê ne û xwest ku hemû girtî bên berdan.
Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûn ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Wanê mewlûd hate dayin.
Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
Îdianameya der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ku 105 jê girtî 407 kes pê tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 40'emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin.