Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin. Nûçeya têkildarî serlêdana sûc a der heqê Fermandarê Tabûra Komandoyan a Cendirmeyan a Qoserê Kamîl Aksoy weke hinceta dozê hate nîşandan.
Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
Siyasetmedar Selma Irmak, helwesta CHP’ê ya li dijî çûyîna Îmraliyê weke nederbaskirina kompleksa neteweya serdest a sedsal in didome nirxand û weke “xeletiya dîrokî” pênase kir.
Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
Hejmara 310'an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ne rojek, her roj têdikoşin” derket pêşberî xwînerên xwe.
Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
Tê payin ku girteka hevdîtina şandeya Komîsyona Meclisê bi Abdullah Ocalan re dike pêşkeşî Serokê Meclisê û komîsyonê bike.
'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
Welatiyan, biryara CHP’ê ya ji bo neşandina endamên xwe ji bo serdana Abdullah Ocalan rexne kirin û gotin: “Xeletiyeke mezin kir. Bila êdî CHP li ser dengên Kurdan lîstikan nelîze.”
Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
Endamên Komîsyonê ya Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.
Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
DEM Partî dê di navbera 6-7’ê Kanûnê de bi beşdariya gelek kesayetên di qada navneteweyî de naskirî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe.
'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
Ferît Epozdemîr, diyar kir ku di sala 32’yemîn a qetilkirina kekê xwe Şevket Epozdemîr de jî daxwaza xwe ya edaletê didomînin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser keve û em biçin ser gorên wan û mizgîniya aştiyê bidin wan.”
Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
Endamê Komîsyona Meclisê Fetî Yildiz ku dê biçe Îmraliyê, beriya biçe giravê ev peyam parve kir: “Xwedê, te me bike sebeba xêrê û astengiya xerabiyê.”
Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt, ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “poşman nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku serdana Îmraliyê dê ji bo pêvajoyê sûdewer be û dê ji bo Tirkiyeyê baş be. Ebdî, got ku rêveberiyeke nenavendî dê Sûriyeyê xurttir bike.
Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Cezur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Tedawiya rojnameger Aykol didome
Hat zanîn ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyeke nû derketiye û bijîşkan got ji bo xwarinê dê rêbaza PEG’ê bi kar bînin.