Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
Tevfîk Kalkan ê piştî 30 salan hat berdan û got "PKK dîroka xwe li gorî rûmeta xwe bi dawî kir", diyar kir ku xebata serdema nû avakirina civakeke demokratîk e.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku endamên komîsyonê bi awayekî qanehbûyî ji Îmraliyê vegeriyane û got: “Abdullah Ocalan got ku li gel mitabeqeteke bi dewletê re, lêgerîna esasî ya îro mitabeqeta siyasî ye û heke ev pêk were dê gelek astengî jî rabin.”
Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di bîranîna Tahir Elçî de axivî û got: “Bêyî ku yek gavê paşve biavêjin, em ê têkoşîna wî li cihê mayî bidomînin.”
Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
Girtiyên di Girtîgeha Kirşehîrê de ragihandin ku karmendên înfazê sûcdarên edlî li hember wan sor dikin û dibêjin "Ev terorîst in, gava li hewadariyê bin ava kelandî bi ser wan dakin."
'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin diyar kir ku divê di vê pêvajoya heyî de ji bo vegeran û radestkirina çekan zagonek were amadekirin. Aydin, got heke rêzikname neyên çêkirin, dê di civakîkirina pêvajoyê de zehmetî rû bidin.
Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
Cîgirê Şaredarê Akdenîzê parêzer Ozgur Çaglar ku hat berdan, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re qonaxeke hiqûqî ye û xwest ku demildest gavên qanûnî werin avêtin da ku pêvajo veguhere aştiyeke mayînde.
Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
Yekemîn salvegera avakirina ajansa me li ÇandAmedê bi şahiyekî hat pîrozkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di pîrozbahiyê de axivî û got: “Ev vejîn, ev rojbûn bûye rojbûna Ajansa Welat, rojbûna welatê me û rojbûna gelê Kurdistanê.”
Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku di beşa çavdêriya awarte de dihate tedawîkirin, cara sêyemîn xwîn çû ser mêjêyê wî.
‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
Parêzerên 30 giriyên ku di operasyona bi navê “Vegerandina Jiyanê” de hatibûn qetilkirin, diyar kirin ku ev li dijî mirovahiyê ye, biryara demboriya vî sûcî ne pêkan e.
Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
Seyfettîn Tutmaz ê PKK’î û Sadun Tutmaz ê HPG’î di merasîmê de hatin bibîranîn.
Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
Di di danişîna doza endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê were dayin.
Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
Bi sedema nûçeya bi sernavê “Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn”, der heqê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di lêpirsînê de dozgeriyê biryara neşopandinê da.
Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
Danişîna doza der heqê rojnamevan Elfazî Toral, Sema Korkmaz û Edanur Baydoganê de hatibû vekirin, hat taloqkirin.