Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku di serî partiyên muxalefetê divê hemû welatî ji bo bilindkirina dengê aştiyê hewl bidin û got ku hêza wan a ku bi desthilatê gav bidin avêtin heye.
Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
Amedsporê li qada xwe Esenler Eroksporê 2-1 têk bir û pûanê xwe kir 29.
Papa 14. Leo li Stenbolê ye
Papa 14. Leo ku li Îznîkê ayînê bi rê ve bir, piştî ayînê bi helîkopterê derbasî Stenbolê bû.
Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
Girtiya nexweş Hevseroka HDP’ê ya berê ya Mûşe Bermal Nergîs ku di berxwedana gel a li Wanê de hatibû binçavkirin û girtin, tehliye bû.
Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
Şaredariya Peyasê ku piştî "Peykerê Jinên Têkoşer" çêkir li ser medyaya sanal hedef hat nişandan, destnîşan ir u helwestên êrişkar ên bi vî rengî yên li dijî berhemên hunerî, aştî û çanda civakî û jiyana bi hev re hedef digirin.
Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
Di panela bi navê "Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk" de ku li Îzmîrê hat lidarxistin, cihê aştiyê di Îslamê de hat nîqaşkirin û pêwîstiya xwedîderketina li pêvajoya aştiyê hat destnîşankirin.
‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
Platforma Saziyên Demokratîk, daxwaza bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, berdana girtiyên nexweş û qebûlkirina mafê hêviyê kirin.
Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
Hewldana Edalet ji bo Roboskî, destnîşan kir ku qetlîamên Roboskî, Pirsûs, Gar û cînayeta Tahîr Elçî sûcên li dijî mirovahiyê ne, divê di van dozan de demborî bê rakirin û Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin.
Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, bi munasebeta 10’emîn salvegera qetilkirinê li ser gora xwe hat bibîranîn.
Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
Rêxistinên heq û hiqûqê yên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 10’emîn salvegera qetilkirina wî de bibîranîn, banga hevrûnê, ronîkirina cînayetê û cezakirina faîlan kirin.
Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
Hejmara kesên di çarçoveya qetilkirina 3 kesên ji heman malbatê ya li Qoserê de hatin girtin bû 2. Her du kes bi sedema alîkarî daye cînayetê hatin girtin.
Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
Girtiyên 32 sal in di zindanê de jî di nav de tehliyeya 6 girtiyên li Girtîgeha Boluyê û Girtîgeha Sîlîvriyê hatin taloqkirin.
Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
Derûnînas Huseyîn Erol, diyar kir ku zêdebûna întiharên di demên dawî de rewşên aborî, civakî û nebûna edaletê bibandor in û got ev yek bi bername û polîtîkayên civakî ve dikare bê çareserkirin.
13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
Bîlal Guzel ê ku apê wî Omer Guzel ji bo milkê wî werbigire û ew li nifûsê mirî qeydkirî ev 13 sal in nikare hebûna xwe bi fermî îspat bike.