Dayikên Aştiyê bang li îktîdarê kirin: Gavan biavêjin
Dayikên Aştiyê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan û gotin ku divê îktîdar ji bo çareseriyê gavan biavêje.
DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dewlet û îktîdar yek ji muxatabên sereke yên banga Abdullah Ocalan in û got: “Divê bi çarçoveyên qanûnî bersiva vê firsendê were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin.”
Li Rojhilat agirê Newrozê hate hilkirin
Bi hezaran kesên li bajarê rojhilatê Kurdistanê Merîwanê hatin gel hev, agirê Newrozê hil kirin.
Hejmara Êzidiyên di 2014’an hatin windakirin û qetilkirin hat aşkerakirin
Ofîsa Rizgarbûyên Dîlên Êzidiyan ên Başûrê Kurdistanê hejmara Êzidiyên di komkujiya 3’yê Tebaxê de hatin qetilkirin û windakirin eşkere kir.
Ji bo danişîna Nîmet Tanrikulu bang hate kirin
ÎHD’ê li gelek bajaran têkildarî danişîna doza parastvana mafên mirovan Nîmet Tanrikulu daxuyanî da û banga berdanê kir.
GOÇ-DER: Ji bo vegerê divê gav bên avêtin
GOÇ-DER’ê diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo kesên neçar man xaka xwe biterikînin bûye hêvî û xwest ji bo vegera welatiyan gav bên avêtin.
Rapora MKG’ê ya Sibatê: 2 rojnamegerên jin hatin girtin
MKG’ê di rapora xwe ya meha Sibatê de diyar kir ku 2 rojnamegerên jin hatine girtin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî van êrişan dengê xwe derxînin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin diyar kirin ku rêveberiya qeyûm ji şaredariyê alavan derdixîne û dest bi talankirina amûrên serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan kiriye.
MYK’a DEM Partiyê dê teşeya dawî bide ‘Nexşerêyê’
MYK’a DEM Partiyê ji bo teşeya dawî bide “Nexşerêya” ji bo civakîkirina banga Abdullah Ocalan, civiya.
‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’
Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak diyar kir ku tevî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan jî êriş didomin. Endamê MYK’a ÎHD’ê jî got ku divê îktîdar demildest gavan biavêje.
Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin
Danişîna doza Mehmet Uytun ê 18 mehî ku bi fîşeka gazê hatibû qetilkirin sibe tê lidarxistin. Parêzerê Uytun, Yakup Guven da zanîn ku hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin û got: “Dê têkoşîna me ya edaletê bidome.”
Halîde Turkoglû: Dê herî zêde jin xwedî li bangê derkevin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû em jin dê bi hev re ava bikin.”
'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku divê dewlet li hemberî vê banga Abdullah Ocalan gavên şênber bavêje û got ku ew ê kampanyaya ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi pêngavên nû bidomînin.
Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
Zanyarê siyasetê Ahme Murat Aytaç banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Banga Ocalan ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê, di heman deme de ji bo hevsengiyên hêzan ên li Rojhilata Navîn û siyaseta Kurdan a li herêmê jî xwedî potansiyeleke mezin e.”
Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
Li ser banga Abdullah Ocalan nîqaşa der barê çareseriya pirsgirêka Kurd ket qonaxeke nû, Lamî Ozgen ê di sala 2013'an de endamê Şandeya Aqilmendan de bû got ku piştî ku çek bêdeng bûn, divê pêvajoya muzakereyê were destpêkirin.