Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
Der barê rojnameger Dîren Yurtseverê de bi hinceta nûçeya bi serenavê "Di Doza Kobanê de dê îtîrafkar bên guhdarkirin" doz hat vekirin.
Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
Nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen hatin binçavkirin.
Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û 4 kesên din jê dihatin darizandin, hate taloqkirin.
Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
Partiyên çep û sosyalîst li Edeneyê di çarçoveya kampanyaya “Ev wiha nabe” de daxuyanî dan û xwestin ku ji bo demokratîkbûnê gav bên avêtin.
Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
Çalakiya nobetê ya li dijî navçeya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome. Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen diyar kir ku sepanên qeyûm, li dijî pêvajoyê ne.
DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
Şandeya DEM Partiyê ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de ne, dê di 10’ê Adarê de biçe serdana CHP’ê.
Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
Platforma Alimên Olî ya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew xwedî li banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan derdikevin.
Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
Odeya Bijîşkan a Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ku her sal dide, îsal da DFG û Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Ozden Kaboglû.
HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê ragihand ku hêzên wan 2 balafirên bêmirov ên dewleta tirk li derdora Bendava Tişrînê xistine.
Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
Siyasetmedar Gultan Kişanak di şahiya 8’ê Adarê ya ku TJA’yê li Xelfetiyê li dar xistî de axivî. Gultan Kişanak, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Ji bo avakirina civaka demokratîk, berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê jinan.”
Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
Welatiyên Amedê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tişta dikeve ser milê xwe kiriye û got: “Niha dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye.”
Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
Parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyî li Enqereyê civiyan.
Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû dest pê kir, lê bi vê re pêkanînên binçavkirin, girtin û tayinkirina qeyûman berdewam dikin. Tiştên diqewimin, hem hevdîtin hem jî provakasyonên di pêvajoya 2011-2015'an de bibîr dixin.
'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
Akademîsyenê Aştiyê Onûr Hamzaoglû bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê em vê wekî têkoşîneke hevpar û destpêkek li ser esasê jiyana hevpar bibînin."