Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
Siyasetmedar û parastvanê mafên mirovan Ahmet Faruk Unsal bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Êdî dora dewletê ye. Divê tirkiye gavên qanûnî, makezagonî û îdarî yên pêwîst biavêje.”
'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo pêvajoya pirsgirêka kurd bitendurist bi rê ve biçe divê TMK bê rakirin û biryara DMME'yê ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan pêk were.
Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
Gelê Qersê ku piştgirî da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: "Pêkanîna vê bangê êdî bi temamî dikeve ser milê dewletê ku xwe demokratîk bike û veguherîne."
32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
Welatiyan diyar kirin ku gundên wan ên ku ev 32 sal in "qedexe" ne, dê bi bendava li ser çemê Nêrdûş a navçeya Cizîrê bê çêkirin di bin avê de bimînin û gotin ku ew ne bendavê, ji nû ve avakirinê dixwazin.
Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
Pîlotê şer yê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê tevî ku PKK'ê agirbest îlan kiriye jî didomin û ev fikaran zêde dikin. Altan got: "Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin."
Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
Parêzer Eylûl Yaylaci da xuyakirin ku eger dewlet gavan biavêje, wê çareseriyeke lezgîn pêş bikeve û got: "Eger mafên kurdan bên dayîn, Tirkiye wê li her qadê bi ser bikeve."
Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
Li gelek bajaran jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de çalakî li dar xistin. Jinan, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên jin re name şandin.
Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
Oguz Çelîk ê HPG’î li çoltarê navçeya Qaxizmanê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 6 sal piştre hate dayin. Şîna Çelîk ku li pêşiya malê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
Baroyên 8 bajaran bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî lêpirsîna têkildarî Hînkerê dan û xwestin kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
Di lêkolînkirina rewşa girtîmayînê ya Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger de biryara domandina rewşa girtî hate dayin.
Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.
Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
Danişîna doza ciwanên li Enqereyê ji ber tevlibûna bîranîna Komkujiya Pirsûsê bûbûn dihatin darizandin, hate taloqkirin.
Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
Cezayê 5 mehan ku ji ber parvekirina têkildarî Komkujiya Zîlanê li Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê yê berê Mehmet Karakiş hatibû birîn, hate erêkirin.
Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna pirtûka Hînkerê de ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.