7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin

Di danişîna doza rojnameger Hatîce Şahîn de dadgehê biryar da ku biryara qedexeya derketina derveyî welat bidome.

Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin

Lêpirsîna der heqê 10 kesên di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatibûn girtin, hate temamkirin. Di îdianameyê ji bo her kesî heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.

Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin

Ji ber îfadeyên Melîk Canbay ê teslîm bûbû û ji “poşmantiyê” sûd girtibû, der heqê rojnameger Azîz Oruç de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin.

Adil piştî 30 salan hate berdan
Adil piştî 30 salan hate berdan

Ahmet Adil ku 30 sal û 6 meh bûn di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemelati ya Antalyayê hate tehliyekirin.

Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye

Parlamenterên jin ên DEM Partiyê bi daxwaza lêkolînkirina çeteya fihûşê ya ku di nûçe dosyaya ya bi sernavê “Li Şirnexê Şerê Taybet” de cih digirt, pêşnûmeyek da Serokatiya Meclisê.

Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin

Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî û got: “Em vê bangê fewqulade dibînin. Bila êdî li çiya, newal û bajarên vî welatî tenê dengê stranên biratiyê bên.”

Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin

HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jîd ewleta tirk 828 êriş pêk anîne.

DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje

Di encamnameya civîna hevserokên DBP’ê yên bajaran û PM’ê de hate gotin ku ji bo çareseriyê divê dewlet û îktîdar zelaltir bin û gavên şênber biavêjin.

Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!

Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê gelek pirtûkên der heqê wan de biryara komkirinê tune ye weke “fikaredar” destnîşan kir. Nivîsên ku navê Abdulah Ocalan tê de derbas dibin, qala îşkenceya polîsan û komkujiyan dikin û hinek beşên ji pirtûkan hatine girtin jî weke hinceta qedexeyê hatin nîşandan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku sepanên JINKART û Qerta Sosyal betal kir, bursên xwendekaran jî da sekinandin. Ji bo bursa xwendekaran bidome, ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest.

‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’

Endama Akademiya Dîplomasiyê ya PYD’ê Îlham Mihemed, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got: “Dema êriş sekinînin, em ê paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk baştir cîcibî bikin.”

Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin

Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de di pozîsyona garantoriyê de ye û wiha got: "Ji bo pêvajo baş derbas bibe divê sererastkirina di mijara 'mafê hêviyê' de tavilê bê kirin."

Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn

D.D.yê ku piştî ji PKK'yê veqetiya bi rêya "qanehkirinê" teslîmî Tirkiyeyê bû, piştî hat girtin cezayê muebbedê lê hat birîn.

Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e

Parlamenterê berê yê AKP'ê Abdulbakî Erdogmuş anî ziman ku Abdullah Ocalan bi vê bangê erka xwe pêk aniye û got: "Niha jî divê yên din erka xwe pêk bînin. Muxatab desthilata siyasî ye."

< 362 363 364 365 366 > Rupel 364 / 5.358