Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin
Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin

Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de were lidarxistin bang kir û got: “Em ê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi agirê Newrozê re gur bikin.”

Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin
Tevî agirbestê jî di 2 rojan de 715 êriş hatin kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku tevî biryara agirbestê jî dewleta tirk di nava 2 rojan de 715 caran êrişî hêzên wan kiriye.

DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê
DEM Partî bi rojeva ‘bangê’ çû serdana ÎHD’ê

DEM Partî di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi nûnerên ÎHD’ê re hevdîtin kir.

Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin
Rapora girtîgehan: Binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk tên kirin

Baroya Amedê, TUAY-DER, OHD û ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî 16 girtîgehan aşkera kirin û gotin ku ji astengkirina zimanê Kurd heta mafê tedawiyê, gelek maf bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.

Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newrozê ya li Xelfetiyê de bang li îktîdarê kir û got: “Gelo hûn ê şert û mercên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û muzakereyan bike kengî ava bikin? Hûn li benda çi ne?”

Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin

Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi merasîmekê were definkirin.

Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran

Li gorî daneyên BÎSAM’ê, sînorê birçîtiyê kêmtirîn mûçe derbas kir û derket 22 hezar û 886 lîreyan. BÎSAM'ê ’ot ku sînorê xizaniyê jî derketiye 79 hezar û 165 lîreyan.

Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk diyar kir ku dê li encamên peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê binêrin û dê şandeyek biçe serdana Sûriyeyê.

SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin

SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li bajarên Tartus, Laziqiye û Hemayê 158 û li herêmên din jî 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriya komarê û midûriyeta girtîgehê dan.

Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê de axivî û got: “Ev agir heta ku Kurd azad dibin dê her geş be.”

Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku ji Darbeya Leşkerî ya 1980 'an û vir ve di nava têkoşînê de ye, jiyana xwe ji dest da.

Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin

Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî 300 hezar kes ji bo vegera Efrînê amadekariyan dikin û wiha got: "Em dizanin ku ji bo vê yekê wê komîteyek bê avakirin. Em dê di demek nêz de pêvajoyê bişopînin."

Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî

Der barê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan de Hevserokê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û diyar kir ku ji bo pêvajo bi awayekî aştiyane bi encam bibe divê hikûmet bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bide vê bangê.

Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin

Derket holê ku Îsmet Besen ê ji ber “sextekariya biwesf” hatibû girtin, piştî di sala 2006’an de wek “bijîşkê salê” hat hilbijartin di çarçoveya heman lêpirsînê de hatiye girtin.

< 351 352 353 354 355 > Rupel 353 / 5.358