Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne
Yek ji alimên olî yên ku banga Abdullah Ocalan wekî banga sedsalê bi nav kir Enver Emîrkûlû diyar kir ku divê dewlet erka xwe pêk bîne.
Krîza aborî ya li Îranê bandor li danûstendina cejnê jî kir
Ji ber qeyrana aborî çendek beriya Newroz û Cejna Remezanê, Bazara Mezin a Tehranê ya Îranê vala ma û esnaf hatine ber topavêtinê.
Bi tena serê xwe Newrozê pîroz dike: Ez ê îsal ji bo aştiyê pêbixim
Li navçeya Silopiyayê Esmer Şaîk a 70'ê salî ku bi salan e agirê Newrozê bi tena serê xwe pêdixe û pîroz dike dibêje: "Ez ê îsal agirê Newrozê ji bo aştiyê pêxim."
Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Neavêtina gavan fikaran zêde dike
Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgunê diyar kir ku desthilat li hemberî banga Abdullah Ocalan tu gavên berbiçav neavêtiye û got: "Ji ber ku heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin, gumanên li ser vê mijarê kûrtir dibin."
SOHR: Li Sûriyeyê di 24 saetan de 110 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 110 kes hatin qetilkirin.
Ji bo Newrozên li Edene û Mêrsînê banga tevlibûnê hat kirin
Komîteyên amadekar ên Newrozên Edene û Mêrsînê bi daxuyaniyekê banga tevlibûnê li her kesî kirin.
MSD: Em danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî red dikin
MSD’ê ragihand ku ew danezana destûra bingehîn a hikûmeta demkî ya Şamê red dikin û got: “Divê destûr belavkirina desthilatê bi awayekî adilane mîsoger bike, azadiya xebata siyasî biparêze, mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nas bike.”
Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin
Di danişîna doza Dayikên Aştiyê de ku ji ber hefteya 700’emîn 44 kes dihatin darizandin, ji bo tevahiya kesên tên darizandin biryara beraetê hate dayin.
Li Curnê Reş agirê Newrozê hat hilkirin: Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di pîrozbahiya Newrozê ya Curnê Reş de ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e, axivî û got: “Em ê siyaseta demokratîk li her derê mezintir bikin.”
HSD’ê bîlançoya êrişên dawî aşkera kir
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û hêzên wan jî li Pira Qereqozaq û Dêr Hafirê bersiv dane êrişan.
Serlêdana li dijî astengkirina berdana Mehmet Saît Yildirim hat redkirin
Mehmet Saît Yildirim ê li Girtîgeha Kiriklarê girtî dimîne û tahliyekirina Yildirim 9 mehan hat taloqkirin. Serlêdana li dijî astengkirina berdana Yildirim ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 4’emîn a Îzmîrê ve hat redkirin.
Zozanên Hozanê bi helîkopteran hate bombebarankirin
Zozanên Holozê yên girêdayî navenda Dêrsimê bi helîkopteran hate bombebarankirin.