Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
Akademîsyen Cûma Çîçek anî ziman ku ji bo aştiyê divê civak were qanehkirin û got: “Li gorî min hem nexşerêya dewletê hem jî ya Abdullah Ocalan pir zelal e. Meseleya Kurd ne tenê meseleya PKK’ê ye, meseleyeke gel e.”
Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo azadiya gelê Kurd, siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet, hewceye deriyên girtîgehan bên vekirin. Gava herî mezin û girîng ev e.”
Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan anî ziman ku ji Edîrneyê heta Qersê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo her kesî demokrasiyê dixwaze û got: “Bi vê bangê re meşa me ya demokratîk jî dest pê kir.”
DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
DEM Partî di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çû serdana DÎSK’ê.
Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
Merasîma bîranîna Komkujiya Helebceyê ku dê sê rojan bidomin, îro bi meşekê dest pê kir.
Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Laziqiyeyê teqîneke mezin çêbû û herî kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
Li bakurê Makedonyayê di kulubeke şevê de ku zêdetirî hezar kes li wir bûn, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku serkeftina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” girêdayî gavên Tirkiyeyê û got: “Bahçelî dibêje ‘Bila bê Meclisê, di koma DEM Partiyê de biaxive.’ Ji bo vê divê Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe, mercên xebatê yên azad bên avakirin, Meclis komîsyonekê ava bike û di makezagon û qanûnan de hinek guhertin bên kirin.”
HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
HSD’ê bi daxuyaniyekê encama êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter parve kir û da zanîn ku êrişên ser herêmê zêde bûne.
Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di 14’emîn Lijneya Giştî ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan nêrîn û pêşniyarên Elewiyan ji îmraliyê re vegotine û ev bersiv ji wan re hatiye dayin: “Elewî tam di dilê vê pêvajoyê de ne. Avakirina komara demokratîk, deynê stûyê me tevan e. Bila ev bang bi vî awayî bê qebûlkirin.”
DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
DBP’ê kesên di Komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û bang kir ku Komkujiya Helebceyê weke sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.
Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive
Welatiyên tev li pîrozbahiya Newroza Bismilê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin di Newroza 21’ê Adarê de Abdullah Ocalan di nav gel de bibînin û dixwazin di Newrozê de biaxive.
Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê: Em deyndarên şehîdên xwe ne
Şahidên Newroza 1992’yan a Nisêbînê ku 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kesan jî jiyana xwe ji dest dabûn, têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan wiha gotin: “Divê hemû jin û hemû zilam bibin derwêşên vê manîfestoyê.”
Beşdarên civînên gel: Divê êdî dewlet gav biavêje
Welatiyên tevlî civînên gel ên piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan hatine destpê kirin bûn gotin ku niha divê dewlet jî êdî gav biavêje.
Rojnamegerên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
Parêzer Esra Bîlen diyar kir ku yek ji rojnamegerên girtî Bîlge Aksû di heman demê de nexweşiya gûtê pê re heye û Mehmet Uçar rastî binpêkirinên cuda tên.