Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin

HPG'ê diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî Tirkiye di nava 16 rojan de zêdetirî 5 hezar caran êriş pêk aniye.

Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî

Di daxuyaniyên rayedarên Ûkraynayê û Rûsyayê de hat ragihandin ku êrişên bi balafirên bêmirov tevahiya şevê dewam kirine.

Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje

Di pîrozbahiyên Newrozê yê li Erdîş, Panos û Gimgimê de xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat derketin û banga gavavêtinê li dewletê hate kirin.

Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî komkujiya li gundê Berxbotan ê Kobanê da û xwest li dijî êrîşên Tirkiyê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da

Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê daxuyanî da û got: “Em ê nehêlin Kobanê ber bi tarîtiyê ve bibin.”

Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir

Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Sêweregê de bi hezaran kesî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê kirin.

Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin

Çalakî û pîrozbahiyên li Kantona Firatê ji ber komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê hatin betalkirin.

Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî

10 sal berê li gundê Berxbotan ê Kobanê di êrişên çeteyên DAIŞ'ê de 23 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 10 salan vê carê jî di êrişa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn

Xizmên kesên li gundê Berxbotanê hatin qetilkirin, wiha gotin: “Saziyên mafên mirovan li ku ne? Divê dewleta tirk teqez hesabê vê komkujiyê bide.”

Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku têkildarî hevdîtina bi MHP’ê re dê piştre daxuyaniyeke berfireh bidin. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin jî got: “Hevdîtineke baş bû.”

DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye

DEM Partiyê bertek nîşanî komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê da ku ji heman malbatê 9 kes hatin qetilkirin û got: “Êrişeke biqesdî ya li dijî hêviyên aştiyê ye. Weke birêz Ocalan berê bal kişandibû ser, hewldaneke sabotajê ye.”

Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir

Rojnameger Chris Den Hond ku ji bo şopandina Newrozê ji Fransayê hatibû, ji hêla Tirkiyeyê ve hate dersînorkirin.

Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket

Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Newroza Rêbertiya Azad” derket.

HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk li Kobanê komkujiyek kir û di komkujiyê de 7 jê zarok û yek jî jin bi giştî 9 kes ji heman malbatê qetil kiriye. HSD’ê, got: “Dewleta tirk a ku nikare li dijî hêzên me pêş bikeve, sivîlan qetil dike.”

DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir

DFG’ê ji bo danişîna ewil a rojnameger Eylem Babayîgît ku dê di 19’ê Adarê de bê lidarxistin, banga piştevaniyê û parastina rojnamegeriyê kir.

< 345 346 347 348 349 > Rupel 347 / 5.358