ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN

Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn

Ji bo endamê PKK’ê Bulent Aydin ku di sala 1995’an de li Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê şîn hate danîn.

Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê

Di 21’emîn Lijneya Awarte ya CHP’ê de Ozgur Ozel dîsa weke serokê giştî hate hilbijartin.

DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da

DEM Partiyê diyar kir bi sala ye ji bo bêdengikirina rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gef, girtin û sûîqestan zexteke giran tê kirin û got: “Rojnamegerên li ser şopa heqîqetê nemir in.”

Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da

Têkildarî midûrê emniyetê û amirên polîsan ên li Nisêbînê mal û milkê xelkê talan kirin biryara beraetê hatibû dayin û cezayê polîsan hatibû daxistin. Wezareta Karên Hundir diyar kir ku ji dozê nehatine agahdarkirin û bi hinceta biryar li dijî qanûnê ye serî li îstînafê da.

Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin

DFG’ê bi boneya 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî da û da zanîn ku di 5 salan de 15 rojnameger hatine qetilkirin û got: “Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin.” MKG’ê jî got ku di 10 salan de li seranserî cîhanê 12 rojnamegerên jin hatine qetilkirin.

Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e

Siyasetmedarê Îrlandayî Gerry Adams diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo pêşî li avakirina civakeke demokratîk were vekirin firsendeke jiyanî ye û xwest Abdullah Ocalan were berdan.

‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’

Jinên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan hatin Xelfetiyê, xwestin ku dewlet gavan biavêje û gotin: “Em dixwazin birêz Ocalan azad bibe û em rojbûna wî bi hev re pîroz bikin.”

Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hêj didome û got: “Çi dibe bila bibe divê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad tavilê bên avakirin. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe.”

Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e

Herdem Aslan ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, anî ziman ku şer tenê dikare bi aştî û diyalogê were çareserkirin û got: “An em tevek dê di vê behrê de bixeniqin an jî dê bi hev re rizgar bibin.”

Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû

Abdulhafiz Çîftçî yê 84 salî ku di meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê de li herî pêş bû, wiha got: “Canê min ji bo rêberê min feda be. Heke ew nebûya ez îro li vir nedibûm. Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe.”

Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin

Li gundê Arbo yê Suryanan ê li navçeya Nisêbînê stargehek hate dîtin û di stargehê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin.

ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN

Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin

Piştî vekişandina hêzên leşkerî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêzên Asayîşê ewlekariya taxan girt ser xwe.

Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin

Bi boneya Roja Parêzeran bi beşdariya hezaran parêzeran meş hat lidarxistin. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan axivî û wiha got: "Em rêxistinbûyîna xwe ya pîşeyî, rûmeta pîşeya xwe û hiqûqê diparêzin. Û em dizanin: Nikarin me bêdeng bikin."

< 314 315 316 317 318 > Rupel 316 / 5.358