'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezareta Dadê re de dê gelek mijar bên nîqaşkirin.
AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
AYM’ê, ji bo Selçûk Borlukan ê di sala 2005’ê di encama teqîna muhimata leşkerî de bi giranî birîndar bûbû biryara binpêkirina mafê jiyanê da û xwest jê re 200 hezar TL tazmînat were dayin.
DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
DEM Partiyê ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameya 1’ê Gulanê ya “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk” şand û got: “Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin.”
Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
Merasîma sersaxiyê ya ji bo Abdurrahîm Erzen ê ji HPG'ê li Mala Sersaxiyê ya Cûdiyê ya li Cizîrê hat avakirin, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan malbat ji mala sersaxiyê derxistin û gotin, ‘Talîmat heye’.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di pêvajoya pêş de Pergala Rêya Hesinî ya Sivik, Navenda Zanistê ya El Cizîrî, Febrîqeya Nan a Gel û projeyên Sporparkê bixe meriyetê.
Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
Renée Le Mignot, diyar kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê radestî dîktatoriya Îslama tundrew neyê kirin û got: “Modela Rojava ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn mînakeke bêhempa ye.”
Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtin kir.
Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
Ji Zanîngeha Edinburghê Prof. Dr. Robert Douglas Dunbar diyar kir ku aştî bi rêzgirtina li hemberî ziman û çandan dibe. Dunbar, got ku ji bo muzakere pêş bikevin divê Abdullah Ocalan bê berdan.
Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li serdozgeriyê û midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
Qeyûmê Cizîrî Nazli Demîr 60 donim qada bêhnvedanê ya girêdayî şaredariyê heta sala 2053'an da cendirmeyan. Cendirmeyan jî ji bo 29 salan wek kire da şîrketekê.
Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
Walîtiya Antalyayê dawetên kolanan qedexe dike û polîsan li taxên piranî Kurd lê dijîn dawet betal kirin. Metîn Şahîn ê ku daweta wî hatiye betalkirin, wiha got: “Heta ji dengê muzîka Kurdî jî aciz in û tehemûl nakin.”
Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê Fîdan Gul bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” biryara binçavkirinê hate dayin.
'Aştî û çareserî yekalî nabe’
Hevserokê MEYADER’ê ya Mêrsînê Bahattîn Bektaş û Hevserokê TUAYDER’ê Metîn Înce diyar kirin ku divê dewlet bi gavên şênber bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Çareserî û aştî yekalî nabe.”
Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
Rojnamevanên ku pîrozbahiyên Newrozê yên Rojhilat dişopandin diyar kirin ku jinan pêşengî ji pîrozbahiyan kirine û gotin ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist.
Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
Hevseroka DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku wan bi pêşengiya jinên elewî li dijî qetlîamên li Sûriyeyê "Însiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê" ava kiriye û bang li hemû jinan kir ku di 24'ê Nîsanê de li Hatayê beşdarî çalakiya "xeleka jimirovan" bibin.