Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
Dayikên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Nurettîn Yedîgol ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin hatin gel hev, gotin: "Îşkence ji damezrandina komarê vir bûye polîtîkaya dewletê ya li Tirkiyeyê ye. Têkoşîna me ya ji bo windayan wê bidome."
Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de çîrokên Cemal Kavak, Îzzet Seven û Kadîr Keremoglû yên di bin çavan de hatin windakirin hatin xwendin û li aqûbeta wan hat pirsîn.
Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
Li Kampa Holê di roja duyan a operasyona ewlehiyê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin.
Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
Îhaleya Sûka Genim a ku ji aliyê qeyûmê ve hat çêkirin û tenê teklîfek hat girtin, bi doza ku hevşaredara ji wezîfeyê hat girtin Gulistan Sonukê hat betalkirin.
Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
Koçerên ku di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin, rêwîtiya wan a ber bi Qerejdaxa berdar ve dest pê kir.
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
Li wargeha Mexmûrê çalakvanên ku 640 roj in di çalakiyê de ne diyar kirin ku dewlet divê ji bo gelê kurd dilsoz be û gotin: "Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo azad bibe."
Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehan e bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelekan ji wan jî bi hincetên kêfî hat taloqkirin.
Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku xeteriya tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder didome.
Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
Girtiyên Doza Kobanê peyam ji Sirri Sureyya Onder re şandin û gotin: "Baweriya me ew e ku hûn ê zûtirîn demê de pêvajoyê bigihînin encamê û di demeke kurt de baş bibin."
Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
Platforma Azadî ji Parastinê re bertek nîşanî girtina Selçûk Kozagaçli da û got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”
Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
Li navçeya Rêya Armûşê li dijî kargeheke firotina cilan bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
Danişîna doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê hatiye vekirin, hat lidarxistin. Tê payin ku dadgeh di rojên pêş de biryara xwe bide.
Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
HPG’ê ragihand ku tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin û got ku di 4 rojan de 627 bombebaran hatine kirin.
Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
Hêzên rejîma Îranê bi ser 4 gundên Zahedanê ku navenda rêveberiya eyelayetên Sistan û Belucistanê ye de girtin. Di serdegirtinan de ciwanek hate kuştin û herî kêm 18 kes jî hatin binçavkirin.