Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder daxuyanî da. Tuncer, got: “Hêvîdarim piştevaniya ji bo birêz Onder bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome.”
Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
Dayikên Aştiyê çûn serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin. Dayikên Aştiyê, ji hêla şandeya DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Serhat Akçîn ku li Zapê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin û got: “Hêvîdarim dilê wî ji bo aştiyê bi enerjia berê dîsa lê bide. Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye.”
Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
Di danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan Tunç de salek û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.
‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
Parlamenterên DEM Partiyê astengkirina danîna şîna endamê HPG’ê Abdurrahîm Erzen xist rojeva Meclisê û pirsa “Gelo Diyanet di mijara astengkirina mafê şînê de çi difikire?” kirin.
Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, hêj bi ser tehliyebûna wî re 24 saet derbas nebûbûn ku hate binçavkirin.
Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
Di danişîna qetilkirina Mîkaîl Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsê bersûc careke din hate redkirin.
Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku rewşa wî giran e, krîza dil derbas kir. Çam ê rakirin nexweşxaneyê, derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin.
KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
KCK’ê ji bo Sirri Sureyya Onder daxuyanî da û diyar kir ku ji ber rola wî ya di pêvajoyê de ew biguman nêzî rewşê dibin û gotin: “Dilê me bi dilê wî yê hêja re lê dide.”
Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz çû serdana nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin û got: “Ev pêvajo dê bidome. Di wir de dê tu qutbûnek çênebe.”
Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
Bijîşkên Sirri Sureyya Onder diyar kirin ku xetereya li ser jiyana Onder hêj didome lê belê erênî bersivê dide tedawiyê. Bijîşkan, got ku ji bo başbûna ventrûkula rastê pêwîstî bi 10 heta 40 rojan heye.
Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
Keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr ku di dema serdana nexweşxaneyê ya Partiya Saadetê de axivî, ragihand ku wê bavê xwe dîtiye û rewşa wî ber bi başiyê ve diçe.
Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
Hat îdiakirina ku midûrê Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê bi ser qawîşan de girtiye û gefa “Ka bila ev pêvajo biqede wê demê em dizanin dê çi bi serê we bînin” li girtiyan xwariye.