Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirin, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
Girtî Civan Boltan ku çavekî wî nabîne, destekî wî tune ye û di mejiyê wî de parçeya şarapnalê heye, tevî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê jî nayê berdan.
Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiribû. Parêzera Çam, Nezahat Celen diyar kir ku miwekîlê wê bîra xwe winda dike û xetere li ser jiyana wî heye.
Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
Koçerên li quntarê Çiyayê Gabarê, ji ber ku îsal barîn kêm bûn, îsal dereng derdikevin rêwîtiya zozanan. Koçer, ji ber qedexeyan bi gilî û gazinc in.
'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Hakan Bozkurt diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê careke din zindî bûye û got: “Lêbelê ev hêvî, bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe.”
Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet were bikaranîn.
Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
Hewldana 78'iyan têkildarî banga Abdullah Ocalan wiha gotin: “Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiya civakî û civaka demokratîk esas digirin.”
Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Êlihê ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam bang kirin.
Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
Serdanên ji bo nexweşxaneya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder lê tê tedawîkirin berdewam in.
‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di kongreya DBP’ê ya Cizîrê de axivî û got: “Daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dê neguhere. Heta azadî çênebe jî dê gelê Kurd ji tu gavan bawer neke.”
DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
DEM Partiyê, îdiaya ku dê kesekî/a cuda li şûna Sirri Sureyya Onder di Şandeya Îmraliyê de cih bigire derewand û got: “Ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder û karê zêde yê Pervîn Buldanê, dê Serokwekîlên Koma me bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin.”
Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
-Hevşaredarên Herêma Serhedê yên DEM Partiyî ji bo nîqaşkirina xebatên salekê û berpirsyartiya ji ber banga Abdullah Ocalan dikeve ser milê wan binirxînin, civiyan.
Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
HPG’ê bi daxuyaniyê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî hêzên wan didomin HPG’ê da zanîn ku artêşa tirk di nava du rojan de 358 êriş birine ser hêzên wan.
Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
Li Dêra Surp Gîragos a li navçeya Sûrê ya Amedê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin.