Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
Hevjîna girtiyê nexweş Enver Yanik, Şukriye Yanik da zanîn ku gelek nexweşiyên hevjînê wê hene û banga darizandina adilane û tehliyeyê kir.
Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam, Şîmel Çam çû serdana bavê xwe. Şîmel Çam, got ku bavê wê bi alîkariya hevalên xwe hatiye hevdîtinê, rewşa wî nebaş bû û divê demildest were berdan.
Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di nava 4 rojên dawî de 691 caran êrişî hêzên wan kirine.
Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
Şaredariya Rezanê rapora xwe ya xebatê ya salekê aşkera kir û projeyên ku dê di pêvajoya pêş de bixin meriyetê aşkera kir.
Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ji bo tevlibûna pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran banga tevlibûnê kir.
Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
Piştî hevdîtina DEM Partiyê ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re, daxuyanî hat dayin. Endama şandeya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Mijara herî girîng a hevdîtinê başkirina mercên birêz Ocalan e û hewceye di vê mijarê de bêyî hincet gav bên avêtin.”
Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
Rihan Yaşar a 82 salî ku di sala 1994’an de kurê wê li Geverê hatibû windakirin û ji bo kurê xwe têkoşîna edaletê didomîne, diyar kir ku çareserî di nexşerêya Abdullah Ocalan de ye.
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
Îdianameya der heqê rojnamegerên girtî Mehmet Uçar û Bîlge Aksu hatin qebûlkirin. Dosyayên rojnamegeran ji hev hatin cudakirin û dê cuda cuda bên darizandin.
Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
Bi boneya 110’meîn salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî hate dayin û banga “hevrûbûnê” hate kirin.
Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç dest pên kir.
Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
Girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re faks şand. Bi vê boneyê cezayê hucreyê lê hate birîn.
Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
Li Stenbolê ku paşlerz lê didomin gelek welatiyan şeva xwe li derve derbas kirin.
Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
Gelek pirtûkên ji girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê re hatine şandin, bi hinceta ku peyvên weke “Kurdistan”, “Gerîla”, “Konfederalîzma demokratîk” û hwd. tê de ne hatin desteserkirin. Girtiyan, li dijî vê rewşê li dadgehê îtîraz kirin.