Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
Walîtiya Stenbolê têkildarî erdhejê daxuyanî da û got ku heta niha tu agahiyên hilweşînê nehatine ber destê wan.
8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
Kesên li ser rêya Wan-Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên navenda Colemêrgê hatin definkirin.
Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya erdheja li Stenbolê daxuyanî dan û gotin: “Em bi hemû hêz û derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne.”
Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî da û got: “Heta niha di rêbej, balafirgeh, rêhesin û metroyên me de tu rewşên neyînî xuya nekirine.”
Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja bi pileya 6.2’yê ya li Sîlîvriyê got: “Ev fay, fayeke girtî ye û enerjiyê kom dike. Hişyarî pê divê.”
Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
AFAD’ê ragihand ku di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû.
Li Stenbolê erdhej çêbû
Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku li Sîlîvriyê bi mezinahiya 4.0’ê erdhej çêbûye.
Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
Şandeya DEM Partiyê dê sibe bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. Guhertina TMK’ê jî di nav de şande dê bi gelek rojevên cuda bi wezîr re bicive.
Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
Bi hinceta ku ferhenga Kurdî, cezayê hucreyê li girtî Cengaver Aykul hatibû birîn. AYM’ê serlêdana Aykul nirxand û got mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.
Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiribû û piştî tedwiya li nexweşxaneyê dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, ji bo berdana Çam serlêdan kirin.
Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
Hat îdiakirin ku kesên AKP’î yên li Şaredariya Şirnexê bi rêya fatûreyên nerast, bi milyonan lîre zirar dane şaredariyê. Şaredariyê qebûl kir ku kesek ji peywirê hatiye dûrxistin û ev mijar bû rojeva Meclisê.
'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
Rojnamevan Mansûr Adali diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja destpêkê ve bi hêza xwe li ser pêyan e û îro jî ne bê alternatîf e û rojnamevan Mutlu Çiviroglu jî got: "Nûçeyên ku derdikevin, ji bilî manîpulasyoneke ku Rojava dike hedef pêvtir ne tiştekî din e."
Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
Serokê ADEF'ê Zeynel Abîdîn Koç bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û diyar kir ku daxwaza Elewiyan, hemwelatiya wekhev e. Cîgirê Serokê PSAKD'ê Îbrahîm Karakaya jî got: "Dema em dibêjin aştiya civakî, em qadal wê dikin ku hemû nasnameyên bawerî û etnîkî xwe azad bikin."
‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
Endama Komeleya Zarokan a Her Yerê Sedanûr Ugur diyar kir ku li cihekî mafê jiyanê tê binpêkirin û mirin zêde dibin de ji bo zarokan rojeke were pîrozkirin tune ye û got: "Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê."
Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
Mewlûde Azan a ku kurekî xwe di pevçûnê de winda kiriye û kurê wê yê din jî di nava PKK'ê de ye, diyar kir ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan heye û got: "Aştiya yekalî nabe. Divê dewlet jidil nêzî pêvajoyê bibe."