Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn

Li Kutahyayê bi pileyên 4.5 û 4.6’ê du erdhej çêbûn. Piştre jî li du navçeyan li dibistanan navber dan perwerdeyê.

Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike

Sibe dê li Qamişloyê bi beşdariya zêdetirî 400 delegeyan “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” were lidarxistin.

Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin

Ji 5 zarokên Mehmet û Muzeyyen Kavakê 2’yan jê jiyana xwe ji dest dan û 3 zarokên wan jî bi nexweşiyê ketine. Hevjînan, ji bo rizgarkirina keça xwe ya 14 salî ku bijîşk dibêjin “3 meh emrê wê ma ye”, banga alîkariyê li bijîşkan kirin.

Doza Narîn Guranê dest pê kir
Doza Narîn Guranê dest pê kir

Danişîna 2’yemîn a 15 kesên di cînayeta Narîn Guranê de ji ber sûcê “sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.

Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir

Qeyûmê Êlihê, ji bo ku di tedbîrên teserûfê de asê nemîne, 4 milyon û 483 hezar TL ji bo Festîvala Qehwe û Çîkolatayê ya ku di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan de li dar xist xerc kir. Qeyûm îhaleyê da Organîzasyona HBS'ê ku di heyama qeyûmê de bi milyonan pere qezenc kiribû.

Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin

Parêzer Servet Ozen diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî yên têkildarî “Mafê hêviyê” tavilê bên kirin û got: “Hewceye pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin û her tim weke şantaj neyê bikaranîn.”

Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin

Dayika girtiyê nexweş Salman Akpinar Koçer Akpinarê xwest ku hemû girtî serbest bên berdan û got: "Kurê min neyê berdan jî em dixwazin sewqî girtîgeheke li Stenbolê bê kirin."

ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN

Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû

Li navçeya Sîmavê ya Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû.

Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû

Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo rêzehevdîtinên xwe û tevlî Konferansa Neteweyî bibe derbasî Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bû.

Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin

Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S ya Semsûrê tê girtin, tevî nerihetiya çavê wî û reaksiyonên alerjîk ên di laşê wî de jî sewqî nexweşxaneyê nayê kirin.

DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir

DEM Partiyê li Bismilê silha malbatên Erol û Onat kir ku di navbera wan de dijminatî hebû.

Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê

Midûrê Xizmetên Veguhastinê yê Şaredariya Şirnexê Dogan Bariş Kilinç ku nelirêtiyên wî yên şaredariyê derketibûn holê, îdia kir ku berevajî daxuyaniya şaredariyê ew li ser peywira xwe ye.

Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kirine.

< 288 289 290 291 292 > Rupel 290 / 5.358