Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
Danişîna biryarê ya doza revandina zaroka Êzidî ji hêla DAIŞ’ê ve, dest pê kir.
Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
Di danişîna doza teqîna Pasûrê de ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, biryara hate dayin ku li şahidan were guhdarîkirin.
Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên dewleta tirk ên li dijî hêzên wan berdewam in. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di nava sê rojan de 748 caran êriş kir.
Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgehê dan.
Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku Pelîn Yilmaz ku salên dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih digirt, jiyana xwe ji dest daye.
Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku divê dewlet nexşerêya xwe ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd aşkera bike û got: “Ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan.”
'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
Ayşe Yaşar a di pevçûnê de keçek wê, kurek wê û 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane got: "Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Ji bo careke din şerekî wiha rû nede, pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin."
Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
Parêzerê girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku piştî krîza dil dîsa ew birin girtîgehê Mehmet Nûrî Ekîncî got: "Divê demildest bê berdan."
Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de 92 kes hatin binçavkirin.
‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku tevî bi ser komkujiyê re 160 meh derbas bûne jî hêj faîl nehatine darizandin û gotin: “Roboskê hafizeya xwînî ya necezakirin û bêhiqûqiyê ye.”
Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
Li Stenbolê li navçeya Buyukçekmeceyê bi pileya 3.6’ê erdhej çêbû.
2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
Li Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn.
Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
Di êrişa hêzên rejîma Îranê de li ser sînorê bajarê Baneyê yê Rojhilat 2 kolber birîndar bûn.
Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
Tevgera 78'an kesên di 1'ê Gulana 1977'an de li Kazanci Yokuşu ya Taksîmê hatin qetilkirin bi bîranîn.