Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
Xwendekara bi navê Hestî Emîrî, bi hinceta ku piştevanî daye Pexşan Ezîzî hate girtin.
Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
3 girtiyên ku sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê hatin kirin rastî lêgerîna tazî, lêdan û pêkanînên xerab hatin.
Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
Bijîşkên endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: "Di warê norolojîk de refleksên mêjiyê nexweşê me kêm bûye û werimîna mêjî berdewam dike."
ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora nû ya ÎHD’ê; li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê tespît û pêşniyarên xwe jî aşkera kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan.
Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
Rêxistinên civaka sivîl û baroyan diyar kirin ku dê naskirina “Mafê hêviyê” ji bo aştiya civakî û mafên mirovan sûdewer be û gotin: “Divê tavilê di qanûnan de sererastkirin bên kirin.”
YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
YNK û PDK ji bo diyarkirina qebîneya hikûmeta nû ya Herêma Federe ya Kurdistanê, dê cara 12’emîn li Dukanê bicivin.
Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
Nexweşxaneya Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin daxuyaniyeke nû da û got: “Mixabin metirsiya li ser jiyana birêz Onder her ku diçe zêdetir dibe. Lê belê em ê bi sebir tedawiyên xwe bidomînin.”
Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 280’yan de bi manşeta “Dawiya kedxwariyê nêz e” gihîşt ber destê xwînerên xwe.
Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
Endama Meclisa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos diyar kir ku modela demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek girîng e û got: “Parastin û xwedîderketina li Rojava berpirsyartiya me tevan e.”
Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
PKK’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê daxuyaniyeke nû da û got: “Hêvîdarin şert û mercên xebatê yên azad ên Rêber Apo ava bibin ku bikare kongreya partiyê li dar bixe.”
Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Canîkê ya Samsunê hezaz çêbû û ji heman malbatê 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
Delegeyên tev li Konferansa Yekrêziya Kurd bûn diyar kirin ku dê ev konferans yekitiya Kurdan xurt bike û niha jî dora lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd e.
'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan diyar kir ku divê jin di pêvajoyên çêkirina qanûnan û biryardayinê de xwedî gotin bin.