Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Umît Ozdal ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.
Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê bi ciwanan re civiya û got: “Heke ciwan xwedî li vê pêvajoyê derkevin, em dikarin civakek û welatekî demokratîk ava bikin.”
Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Meclisê axivî û got: “Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ji roja hatiye avakirin heta niha ji bo tenê yek girtiyê siyasî jî biryara ‘başhaliyê’ nedaye.”
Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê yên li Zeytînburnuyê û banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kir.
DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç da û got: “Hiqûq, demokrasî û edalet bi lîstoka peyvan pêk nayên.”
Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
Di doza qetilkirina Nîhat Kazanhan de biryar hate dayin ku li kesê xeta telefonê ya polîsê bersûc Mehmet Nûrbakî Goçmez bi kar anî were guhdarîkirin.
Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Pelîn Yilmazê ku hate ragihandin li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
Xelkê Mexmûrê li dijî ambargo û zextên Iraqê yên li ser kampê meş lidar xistin.
Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
Di doza polîs Hakan Avci de ku bi otobûsa bizirx dabû ser Endezyarê Înşaetê Cîhan Can û qetil kiribû, biryar hate dayin ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re bê şandin.
Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
Wezareta Dadê serlêdana ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di serê wî de tumor hatiye tespîtkirin û 2 caran krîza dil derbas kiriye, ji dozgerî û dadgeriyê re şand.
Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
Li Marmarîsê bi pileya 3.8 û li Datçayê jî bi pileya 4.4’ê erdhej çêbûn.
Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
Li Îzmîr û Stenbolê beriya 1’ê Gulanê bi ser gelek malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
Endamê HDK'ê Mûrat Kalmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinên dawî de rewşa Rumên li Stenbolê jî pirsiye û ji bo banga Ocalan bigihînin hemû beşên civakê ew ê "platformên gel" ava bikin.
Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
Di raporeke aîdî Serokatiya Daîreya TEM'ê de hat derpêşkirin ku ala, flama û amblemên gelek saziyên jin, ciwan, xwendekar û rojnamevanan aîdî PKK/KCK'ê ne.