ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
Endamên ÎHD’ê Nîhat Goktaş û Hulya Gerçek bi hinceta ji girtiyan re pere şandine hatin binçavkirin. ÎHD’ê bertek nîşan da û got: “Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye.”
Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, di danişîna ewil de hate tehliyekirin.
Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
Di danişîna doza siyasetmedar Semra Guzelê de ji bo şahidê bi navê Şaban Elçîn biryara anîna bi darê zorê hate dayin.
Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî çû serdana şîna Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder a li Meclisê hatiye danîn.
Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 13 kes hatine qetilkirin.
Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
Rojnameger Dîren Yurtsever ku ji ber nûçeya xwe ya “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” dihat darizandin, ji dozê beraet kir.
Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
Li Kerboaranê rêyên gundên Başqil, Xirbê Kiryan û Xirbêşabik bi fermana qeymeqamê navçeyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ li ser rêya gundan bi rijandina kevir û axê hatin girtin.
Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Sirri Sureyya Onder tevî hemû êrişan jî li cem kurdan rawestiyaye û got: "Xeyala wî ya Komara Demokratîk hebû. Ji bo avakirina welatê ku xeyal dikir, em ê hîn bêhtir têbikoşin."
Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
Ayla Akat Atayê diyar kir ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin û got: "Ev mîras e û di heman demê de îrade ye. Em amade ne ku berdêla vê yekê bidin."
Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
MED TUHAD-FED û OHD ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan û dawî li taloqkirina înfazan bê, wê li 16 bajaran dakevin qadan. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekînê diyar kir ku ji bo aştiyê divê girtiyên nexweş bên berdan.
Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad ku xebatên "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî " bi rê ve bir û tevlî konferansê bû, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan bûye bingeha konferansê û got: "Piştî vê bangê deriyê diyalogê vebû."
Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan û Denîz Gezmîş di salvegera 53’yan a darvekirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajar û navçeyan şîn danî. Serdanên ji bo şînê didomin. Di serdanan de hate gotin ku dê têkoşîna Onder bê mezinkirin.