Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e

Rabîa Ataş bertek nîşanî bicihkirina kamerayan a li girtîgeha keça wê lê dimîne û got: “Ev, kirineke bêrûmet e. Tundiya psîkolojîk dikin.”

Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand

Rojnamegera girtî Reyhan Hacîogluyê diyar kir ku li girtiya bi navê Belma Nergiz a ku li dijî polisên îşkence li wê kirine serlêdana sûc kiriye, bi îdiaya "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin

Meteorolojiyê, Qers û Wan jî di nav de ji bo 10 bajaran hişyariya barîna baranên zêde kir.

Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye

Nîgar Yaqupluyê diyar kir ku bavê wê bi hincetên siyasî li Azerbeycanê hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û wiha got: "Ji ber vê sedemê bavê min 36 roj in di greva birçîbûnê de ye û ger neyê berdan wê çalakiya xwe bidomîne."

ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN

Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin

Şaredariya Şemrexê bi dengdayina gel re biryar da ku navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê bike.

Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan

Ahmet Gucenmez ê DEM Partiyî ku di bîranîna Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan

Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin, piştî 9 sal û 6 mehan hate berdan.

Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin

Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê rojnameger Mihemed Îsmaîl kuştin.

Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di navbera 29’ê Nîsanê - 4’ê Gulanê de dewleta tirk hezar û 987 caran êrişî qadên weke Zap, Avaşîn û Metînayê kir.

Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn

Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajaran şîn hate danîn û bi girseyî hatin ziyaretkirin.

Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû

Ji bo Halîl Bîlîk ê li Rihayê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokekê dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.

Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket
Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê gihiştiye armanca xwe û çalakiya nobetê hatiye bidawîkirin.

Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin
Li Xana Axparê navê Onder li cadeyekê hate kirin

Şaredariya Xana Axparê navê Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li cadeyekê kir.

Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket
Xwebûn bi manşeta ‘Her kes berpirsiyarê ziman e’ derket

Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 281’emîn de bi manşeta “Her kes berpirsiyarê ziman e” derket.

< 273 274 275 276 277 > Rupel 275 / 5.358