Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
Endamên ESP û SGDF’ê ragihandin ku ji bo girtina girtîgehên bi “tîpa bîrê” û ji bo berdana girtiyên nexweş dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin.
Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
Ji bo rojnameger Zeynep Kuray ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara beraetê hate dayin.
Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
DAIŞ’ê li Dêrazorê êrişî noqteyeke ewlehiyê ya li bajarokê Zîbanê kir. Ji 6’ê Gulanê heta niha êrişên DAIŞ’ê didomin.
Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
Hulya Ayik ku kurê wê Devrîm Ayik yek ji girtiyên nexweş e, diyar kir ku rewşa kurê wê xerab dibe û got: “Heke tu destê aştiyê dirêj bikî, wê demê mecbûrî gavan biavêjî. Ji ewil jî divê girtiyên nexweş bên berdan.”
Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ragihandin, Tirkiyeyê heta niha 23 hezar û 369 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê daxwaza herî mezin a Onder bûye û got: "Divê em aştiyê pêk bînin."
Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
Hîkmet Duman ê DBP’î ku li Şirnexê mal bi mal digere û “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan vedibêje, got: “Em mal bi mal, gund bi gund digerin û aştiyê vedibêjin.”
Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
Serlêdana girtiyê bi navê Îbrahîm Tekîn ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û ferzkirina "poşmaniyê"ê qebûl nekir, 11 mehan taloq kirin. Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî jê re gotiye: "Ez bimirim jî ez vê ferzkirinê qebûl nakim."
'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got: "Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."
Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
Dewleta tirk Herêma Amediyeyê bi balafirên şer bombebaran kir.
Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
Hesaba X’ê ya Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate astengkirin.
Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
DEM Partiyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li 2 bajaran mewlûd da û li bajarekî jî şîn danî.
Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Operasyona leşkerî ya dewleta tirk li herêma Alîbogaziyê daye destpêkirin didome.
Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bi bernameyeke li Meclisê hat bibîranîn. Serokwekîlê Koma Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen got: “Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin.”