Malbatên di şer de zarokên xwe winda kirine: Em azadî û aştiyê dixwazin
Malbatên zarokên xwe di pêvajoya şer de winda kirin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin: “Divê dewlet tavilê gavan biavêje.”
Bi hinceta ‘kêmasiyên teknîkî’ mafê hevdîtina bidîmen ê girtiyan tê astengkirin
AYM’ê hinceta astengkirina mafê hevdîtina bidîmen a girtiyên siyasî ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan pirsî. Midûriyetê jî îdia kir ku sedema binpêkirina vî mafî, kêmasiyên teknîkî yên di pergala hevdîtinên bidîmen de ye.
Cîgirê DGD’ê Taş: Em ji Ocalan bawer in, em ji bo tevkariyê amade ne
Cîgirê Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Mehmet Îhsan Taş, diyar kir ku ew ji Abdullah Ocalan bawerin û ji bo tevkariya pêvajoyê amade ne.
Li dijî ÎBB'ê pêla 4’emîn a operasyonê: 49 kes hatin binçavkirin
Di pêla 4’an a operasyona li dijî ÎBB’ê de kesên nêzî Ekrem Îmamoglû jî di nav de biryara binçavkirina 49 kesan hat dayin.
‘Tecrîdê rakin, girtiyên nexweş berd in’
Nûnartiya OHD’ê ya Semsûrê û TUAYDER’ê li Semsûrê banga berdana girtiyên nexweş kirin û xwestin mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.
Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin
Berdevkê Wezareta Parastinê Zekî Akturk diyar kir ku tevî biryara PKK’ê ya bidawîkirina xebatên xwe jî dê êrişan bidomînin.
Meclisa Zarokan a Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
Konseya Bajar a Amedê ji bo zarok çalaktir tev li jiyana bajar bibin, Meclisa Zarokan ava kir.
Erdogan têkildarî destûra bingehîn axivî: Derdekî min ê weke jinûve hilbijartinê nîne
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan banga “destûra bingehîn a nû” kir û got: “Em destûra bingehîn a nû ne ji bo xwe, ji bo welatê xwe dixwazin. Derdekî min ê jinûvehilbijartinê nîne.”
Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Yîgîter didome
Tedawiya Akademîsyenê Aştiyê Cenk Yîgîter ku li pêşiya mala xwe rastî êrişa çekdarî hatibû û birîndar bûbû, didome.
Rojnameger Oznûr Deger hate berdan
Rojnameger Oznûr Deger di danişîna ewil a doza xwe de hate berdan.
Ji bo heqaretên zayendperest ên polîsî biryara neşopandinê hat dayin
Di lêpirsîna der heqê polîsê heqaretên zayendperest li rojnameger Oznûr Degerê kiribû de biryara “neşopandinê” hate dayin.
Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê
Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn spasiya kesên tev li şîn, bîranîn û çalakiyan bûne kirin û gotin: “Tacîdarkirina bi azadiyê ya vê meşa mezin a wan daye destpêkirin, deynê stûyê me ye.”
‘Bi xespkirina mafê tedawiyê re li girtîgehan stratejiya kuştinê di meriyetê de ye'
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan diyar kir ku girtîgeh veguherîne qadên qutbûna ji jiyanê û got: “Li girtîgehan, rejîmeke mirinê ya bêdeng hatiye avakirin. Ev ne tenê terkexemî ye, di heman demê de stratejiyeke kuştinê ye ku bi rêya xespkirina mafê tedawiyê tê kirin.”
Nivîskar Gretchen Dutschke-Klotz piştgirî da banga Ocalan
Nivîskar û aktîvîstê Gretchen Dutschke-Klotz ji bo banga Ocalan daxuyaniyeke piştevaniyê da û got, "Divê hemû astengiyên li pêşiya tevlîbûna aktîf a gelê Kurd li nava siyaseta demokratîk bên rakirin û yekİtiyeke aştiyane û dilxwaz a navbera gelan bê avakirin."