Kongreya KNK'ê destpê kir: Yekitiya Neteweyî peywireke lezgîn e
23'yemîn Kongreya Asayî ya KNK'ê bi beşdariya 300 delegeyî dest pê kir. Di axaftin û peyamên hatin xwendin de bal kişandin ser 'yekitiya neteweyî'.
Ji bo Orhanên ku 31 sal berê di bin çavan de hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat kirin
Dayikên Şemiyê ji bo Mehmet Selîm Orhan û Hasan Orhan ên ku 31 sal berê di binçavan de hatin qetilkirin û her wiha ji bo biraziyê wan Cezayîr Orhan edalet xwestin. Adnan Orhan jî ji bo ku aştiyeke rasteqîn pêk were banga rûbirûbûnê kir.
Piştî gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir
Vanspor dê li Xarpêtê bi Elazigsporê re bilîze û ji ber gefên nîjadperest otelê rezervasyona Vansporê betal kir. Komên nîjadperest ên alîgirên Elazigsporê bi wesayîtên cenazeyan gefan dixwin.
Li Dersîmê greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê’
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Dersimê li dijî girtîgehên 'tîpa bîrê' dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kir.
Hinceta dadgehê: Cihê her kes dikevê û der tê de nabe!
Doza tacîza zayendî ya zarokan de hinceta beraetê de hat îdîakirin ku “pola her kes dikevê û der tê” û hinceta pêknehatina tacîza zayendî ya zarokan “li gor herka heyatê ne asayî ye.”
Bakirhan: Em ê tifaqên aştiyê mezin bikin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Kongreya Yeşîl Sol Partî de axivî û diyar kir ku dê ji b tifaqên aştiyê mezin bikin û ji bo demokrasiyê têkoşîneke hevpar bidin meşandin.
Li Dêrazorê êrîşa DAÎŞ'ê
Şervanên QSD’ê êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser nuqteya li Bajarokê Behrayê şikand.
Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di qezaya ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê rû da de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Jean-Pierre Restellini: Dixwazim di şert û mercên azad de bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînim
Endamê heyeta CPT'ê yê berê Jean-Pierre Restellini balkişand ser rola civaka navneteweyî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd got ku dixwaze di şert û mercên azad de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Sonmez: Pêwîstî bi koalisyona demokrasiyê heye
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çep a Keskan Nacî Sonmez diyar kir ku pêwîstî bi 'koalîsyona demokrasiyê' ya mezin heye û destnîşan kir ku di pêvajoya nû de ew ê ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin.
Eren Baskin: Ger aştiyeke bi rûmet pêk were amade me kujerên bavê xwe efû bikim
Yek ji xizmên windayan Eren Baskin got ku divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bên rakirin û eger wê aştiyek bi rastî jî bi rûmet pêk were, amade ye ku mirovên bavê wî qetil kirine efû bike.
Kurê Taybet Înan: Yên berdêl nadin mafê wan nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'
Kurê Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin, Mehmet Înan diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û got, "Eger em bêjin 'aştî', mafê kesên berdêl nadin nîne ku bêjin 'em aştiyê naxwazin'."
'Tirkiye mecbûr e ku biryarên DMME’yê bi cih bîne'
Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Mehmet Kenkeş bi bîr xist ku Tirkiye biryara DMME'yê ya têkildarî mafê hêviyê bi cih neaniye û got ku Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku alîgirê wê ne, neçar e biryarên DMME'yê bi cih bîne.
Li Şirnexê banga ‘girtiyên nexweş berdin’ hate kirin
Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Şirnexê di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî û got: “Divê polîtîkaya li girtîgehan biguhere û deriyên girtîgehan bên vekirin.”