Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e
Akademîsyen Cenk Yîgîter ku duh rastî êrişa çekdarî hat, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rewşa wî baş e.
Parêzera OHD’î hate binçavkirin
Ji rêveberên Navenda Giştî ya OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin.
Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz: Em tenê nebin piştevanên pêvajoyê, em bibim kirdeya wê
Serokê Weqfa Azadiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku divê rewşenbîr, rêxistinên civakî bibin kirdeyên pêvajoyê.
Prof. Dr. Koker: Paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye
Zanyarê siyasetê Prof Dr. Levent Koker diyar kir ku paradîgmaya Ocalan li ser esasê guhertina netewe dewletê ye û wiha got: “Firsendeke girîng hatiye bidestxistin. Divê ev firsend neyê hebakirin."
Olgun: Biryara PKK’ê stratejîk e û divê aliyê din jî gavên cidî biavêje
Rojnameger Akin Olgun diyar kir ku Abdullah Ocalan û PKK’ê gavên stratejîk avêtine û got: “Biryara fesixkirinê nayê wateya ku PKK’ê hebûna xwe bi dawî kiribe. Di esasê xwe de tê wateya îflasa konsepta şer a Tirkiyeyê.”
Ji bo tevlibûna danişîna Oznûr Deger bang kir
Danişîna doza rojnameger Oznûr Deger dê sibe bê lidarxistin. Hevseroka Şaxa OHD’a Mêrdînê Bêrîvan Orhan got ku ew şahidên rojnamegeriya Oznûr Degerê ne û banga piştevaniyê kir.
Tehliyeya girtiyê ‘poşmantî’ red kirî cara 3’yan hate taloqkirin
Tehliyeya Marûf Turkan ku li Girtîgeha Boluyê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, cara 3’yan hate taloqkirin. Kekê Turkan, Mahfûz Turkan diyar kir ku birayê wî jê re gotiye; “Li vir 35 kes zêdetirî 30 sal in girtî ne. Tehliyeya hin kesan 2 salan hatine taloqkirin.”
Sayin: Pêvajoya nû dê ji bo sosyalîstan bibe destpêkeke xurt
Siyasetmedar-nivîskar Mahîr Sayın bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK'ê û wiha got: “Pêvajoya nû dikare ji bo derbaskirina krîza di nava tevgera sosyalîst de xaleke destpêkê xurt.
Ji bo Erdexan û Qersê hişyariya barana zêde
Li gorî texmînên meteorolojiyê li bendê ye ku li Erdexan, Qers û Rîzeyê baraneke zêde bibare û hat gotin ku dê pileya germahiyê li seranserî welat zêde bibe.
DEM Partî dê bi ‘Komîsyonên aştiyê’ re têkoşîna hevpar birêxistin bike
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de ketine nava pêvajoyeke nû û got: “Ji bo têkoşîneke hevpar em dixwazin Komîsyonên Aştiyê ava bikin.”
Daxwaza ciwanan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê
Ciwanên Wanê diyar kirin ku divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Li dijî akademîsyen Yîgîter êrişa çekdarî: Rakirin beşa lênihêrîna awarte
Li dijî Akademîsyenê Aştiyê û parêzer Ceng Yîgîter êrişa çekdarî hate kirin. Yîgîter ku zêde xwîna wî çû, rakirin beşa lênihêrîna awarte.
Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç hate binçavkirin
Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ku li bajarê Bremenê yê Almanyayê dijî, hate binçavkirin.
Danişîna doza rojnameger Oruç hate taloqkirin
Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Oruç hate taloqkirin.