Serokê Baroya Rihayê: Ji bo aştiya civakî divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku ji bo cîbicîbûna aştiya civakî divê di qanûnan de sererastkirin bên kirin, divê “mafê hêviyê” bê pênasekirin û hemwelatiyan wekhev di destûra bingehîn de cih bigire.
Nehiştin şandeya tenduristiyê ya Îtalyan biçe serdana Şengalê
Şandeya tenduristiyê ya Îtalyan ku dixwest biçe serdana Şengal û Mexmûrê, ji hêla hêzên Iraqê ve hate astengkirin.
Bakirhan: Hiqûqa xwişk-biratiyê dê bi pratîka Meclisê teşe bigire
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a “Hiqûqa xwişk-biratiyê” û got: “Hiqûqa biratiyê ya birêz Ocalan qala wê dike, hiqûqa wekheviyê ye. Ev hiqûq dê li Meclisê bi pratîkê
Melda Onur: Divê STO jî di komîsyona li Meclisê de cih bigirin
Siyasetmedar Melda Onur diyar kir ku divê îktîdar zimanê xwe biguherîne û got: “Di komîsyona li Meclisê de ne tenê partiyên siyasî, divê rêxistinên civaka sivîl jî cih bigirin.”
Dayika ku 6 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan: Me zarokên xwe yên herî baş defin kir
Cemîle Ocalan a 95 salî ku 6 zarokên wê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku êşa wê bi hatina aştiyê re sivik dibe û got, "Ji bo em rojeke xweş bibînin me zarokên xwe yên herî baş defin kirin."
Dayika Haci Lokman Bîrlîk: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
Dayika Haci Lokman ê ku bi maşîneya zirxkirî ve hatibû kişkişandin Nazîre Bîrlîk, got: “Heta gotinên Abdullah Ocalan cihbicî nebe aştî pêknayê. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn.”
Dayika girtiyê nexweş Akdogan: Bila bi sererastkirina hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe
Dayika girtiyê nexweş Abdûlkadîr Akdogan ê ku li Girtîgeha Bolû ya Ewlehiya Bilind Hîkmet Akdogan got: “Divê bi sereastkirinên hiqûqî ve dayik bighîjin zarokên xwe. Ger sed sal jî derbas be dawiya vî şerî dê bi aştiyê ve encam bibe.”
Xwegihandina X hat astengkirin
Di xwegihandina platforma medyayê ya ferazî X de pirsgirêk heye
Di sala 1994 'an de hat girtin û piştî 31 salan hat berdan
Şahin Altun piştî 31 sal cezayê girtîgehê hat berdan.
Ji bo 3 girtiyan hişyarî: Nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin
Di çalakiyên heftane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hişyarî hat dayîn ku girtiyên bi navê Emîn Gurban, Mehmet Çelîk û Abdûrrahman Çagan nikarin li girtîgehê jiyana xwe bidomînin.
Erdogan û Şera li Enqereyê civiyan
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi Serokkomarê Hikûmeta Şamê Ahmed Şera re hevdîtin kir.
Piştî 30 salan hat berdan
Selman Esmer ê ku 30 sal in girtî ye, herî dawî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bakirkoyê girtî bû hat berdan.
Tulay Hatîmogullari di Enternasyonala Sosyalîst de peyama Ocalan parve kir
Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogullari di civîna Enternasyonala Sosyalîst de peyama Abdullah Ocalan parve kir û wiha got: "Ev bang hem ji bo Tirkiyeyê ye, hem jî ji bo mezinkirina têkoşînê bi perspektîfeke enternasyonala sosyalîst a li seranserê cîhanê ye."
Ji xizmên windayan banga 'Komîsyona Heqîqetê'
Xizmên windayan ku li Amed, Êlih û Colemêrge têkoşîna xwe ya edaletê didomînin gotin, "Ji bo pêvajoya aştiyê pêk bê em daxwaz dikin ku Komîsyona Heqîqetê bê avakirin û malbat tevlî vê pêvajoyê bibin."