Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana li ser mirina Rozerîn Çûkûr a di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bi çekê hat qetilkirin de biryar da ku 'mafê jiyanê nehatiye binpêkirin' û parêzeran serî li DMME’yê dan.
Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
Hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol diyar kirin ku bi lidarxistina mihrîcanê re xwedî li çanda xwe derketine.
'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
Welatiyên astengdar têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn û gotin ku şer hejmara astengdaran zêde dike û banga mezinkirina dengê aştiyê kirin.
Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî gefa li nûçegihana me Zeynep Durgut hatiye xwarin dan û gotin divê kesên gef xwarin bên darizandin.
Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
Li Agiriyê welatiyên ku beşdarî civîna gel a di bin navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bûn, bang li dewletê kirin ku li gorî ruhê pêvajoyê berpirsyariyên xwe bicih bîne.
Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng e û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê garantiyên qanûnî divê û wiha got: "Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye."
Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
Çalakiyên ku li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin li darxistin de banga tehliyeya girtiyên nexweş Mehmet Emîn Çam, Felem Aker û Davût Ongun hate kirin. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.
Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re bê vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
ÎHD û xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidarxistin û aqûbet Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirs kirin.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
Di civîna Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de hate diyarkirin ku dê li Mêrdîn û Bazîdê konferans bên lidarxistin.
Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
Keskîn Bayindir li Kongreya DEM Partiyê ya Colemêrge axivî û diyar kir ku li pêşiya Kurdan firsendeke dîrokî heye û got, "Em careke din ji hemû partî û saziyên siyasî yên Kurd dixwazin ku bersivê bidin banga Birêz Ocalan a ji bo kongreya neteweyî."
Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
Di çalakiya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin.
Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêrî xera kir û diyar kir ku polîsên ku di dema Newroza Licê de îşkence li zaroka 14 salî kirine divê di cezayê wan de 'kêmkirina mercên sivikkirinê' wernegirin.
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi KHK’iyan re civiya û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê bi lezgînî gav bên avêtin.”