Der heqê rojnameger Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin
Bi hinceta daxuyaniya têkildarî rojnamegerên hatibûn qetilkirin, der heqê nûçegihana me Ceylan Şahînlî de lêpirsîn hate destpêkirin.
‘Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan' tê avakirin
Di encamnameya konferansa “Di Pêvajoyên Çareseriya Şer de Zarok” de hate diyarkirin ku di avakirina civaka demokratîk de ji bo “Pergala edaletê ya zarokan” biryara avakirina “Komîsyona Heqîqetê ya Şer û Zarokan” hatiye dayin.
Ji welatiyên piştî giliya Olmez ê AKP’î hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
Ji 7 welatiyên xwediyên erd ku piştî nîqaşa bi biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î re hatibûn binçavkirin 3 jê hatin girtin.
Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin de Rojava Spor bû şampiyon
Di Turnuvaya Futbolê ya Vedat Aydin a li Bismilê de tîma Rojava Sporê bû şampiyon.
Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar jî di nav de 13 şaredarên CHP’î piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re hate taloqkirin
Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ku dihat payîn îro were kirin, ji ber “bernameya zêde” hate taloqkirin.
‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ didomin
“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, didomin.
Mûstafa Karabûdak: Divê herî zêde Elewî xwedî li banga Ocalan derkevin
Hevserokê Şaxa DAD'ê ya Enqereyê Mûstafa Karabûdak destnîşan kir ku divê herî zêde Elewî xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin û got: "Ji bo Elewiyan aştî girîng e. Em ê jî bi daxwazên xwe li ser maseyê rûnin."
Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê
Parlamentera Îtalî Francesca Ghirra ku ji bo daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat Stenbolê bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navînê û got: "Eger her kes guh bide gotinên Ocalan, dê karibin xwe bigihînin çareseriyê."
Hevdîtinên gel: Baweriya bi Ocalan tam e, daxwaz hevwelatîbûna wekhev e
Welatiyên ku beşdarî civînên di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de bûn, anîn ziman ku ew baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin û gotin ku ew daxwaza hemwelatîbûna wekhev dikin.
Ji KCK'ê daxuyaniyeke nû: Toren dê zindî neyê weşandin
Buroya Enformasyonê ya KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber ewlehiyê dê toren zindî neyê weşandin û rojnameger tev li nebin.
Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe saet di 13.00’ê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Buroyê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî.
TUHAD-FED’ê li Şirnexê kongreya xwe li dar xist
TUHAD-FED’ê li Şirnexê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka TUHAD-FED’a Amedê Pinar Sakik di kongreyê de got: “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve divê teqez tecrîd rabe.”