Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
Banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan cara ewil hate weşandin, di çapemeniya cîhanê de deng veda.
Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
Banga dîrokî ya bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çapemeniya Tirkiyeyê cihekî berfireh girt.
Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
Dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku piştî 26 salan cara yekemîn hate weşandin di medya dijîtal de bû TT.
Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî ÎBB’ê de 10 kesên din jî hatin binçavkirin.
Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
Civîna di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên hikûmeta demkî ya Şamê re dest pê kir. Nûnerê Amerîkî Thomas Barrack û nûnerê hikûmeta Fransayê Jean-Baptiste Faivre jî beşdarî civînê bûn.
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
Şandeyeke siyasî û leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicive.
Plana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
Rojnameger Zeynep Boran têkildarî planên Tirkiyeyê yên piştî HTŞ’ê li Sûriyeyê dixwaze bixe meriyetê û got: “Artêşa Tirk ji bo li bajar û navçeyên qeraxê serwer be dê baregehan ava bike. Dixwaze bi vê planê xeta stratejîk a Behra Spî bixe bin kontrola xwe.”
Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
Jîriya çêkirî Grok ku sepana X'ê ye, piştî hinek parvekirinan ji hêla Tirkiyeyê ve hate astengkirin.
‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’
Endamê Meclisa Tenduristiyê ya HDK'a Îzmîrê Erhan Morkoç, bal kişand ser şer û bandora wê ya li ser gel û got: “Divê rêxistinên tenduristiyê têkildarî avakirina aştiyê tenê bi gotinê ve sînordar nemînin, divê beşdarî pêvajoyê bibin.”
Hafîze Îpek: Divê ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin
Hevberdevka Dîplomasiyê ya DBP'ê Hafîze Îpekê diyar kir ku divê hemû rêxistinên Kurd ji bo yekitiya neteweyî li ser bingeheke hevpar bicivin û got ku divê Kurd li her derî ji bo yekitiyê bi berpirsiyarî tevbigerin.
Koichi: Ocalan, Mandela û Che Guevarayê îroyîn e
Bilongo: Meseleya sereke dê piştî çekdanînê çi bibe
Parlamenterê Fransî Carlos Martens Bilongo diyar kir ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo wî girîng e û got ku mijara sereke ya pêvajoyê piştî bêçekkirina PKK'ê ye. Rojnamevanê Japonî Yasuda Koichi jî got: "Abdullah Ocalan, Nelson Mandela û Che Guevarayê îroyîn e. PKK çekên xwe datîne û ji bo avakirina civateke nû hewl dide."
Li Amedê 80 civîn: Ji bo pêvajoyê piştgirî jî fikar jî zêde ne!
Ji Koordînasyona Rêxistinkirinê Azîz Ozkan ku "Civînên Civaka Demokratîk" ên li Amedê nirxand, got ku xwedîderletineke zêde ji bo pêvajoyê heye, lê wekatî di warê baweriya bi dewletê de bi fikar in.
'Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin'
Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin destnîşan kir ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo avakirina demokrasiyê girîng e û got: "Divê hemû aktor bi feraseteke di ser siyasetê re xwedî li pêvajoyê derkevin."
Ji Abdullah Ocalan banga bidîmen: Ez ji hêza siyaset û aştiya civakî bawerim
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bang kir: “Qonaxa em gihiştinê me neçar dike ku bi gavên nû re em bikevin nava pratîkê. Ez ne bi hêza çekê lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawerim. Û bang li we jî dikim ku hûn jî vê rêgezê bixin meriyetê.”