Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re bi dawî bû.
Erdogan li Ozel doza tezmînatê vekir
Serokkomar Tayyîp Erdogan li Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, 500 hezar TL doza tezmîneta manewî vekir.
OHD: Li Girtîgeha Tokatê nahêlin girtî bên tedawîkirin
Di rapora Girtîgeha Tokatê ya Şaxa OHD’a Rihayê de hate gotin ku ji ber zexta lêgerîna nava dev, girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tedawiyê bêpar tên hiştin.
Şandeya Îmraliyê: Em ê li ser hewcehiyên qonaxa nû biaxivin
Şandeya Îmraliyê beriya hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Weke tê zanîn pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Taybetiyên vê qonaxê û hewcehiyên wê em ê bi birêz serokkomar re biaxivin.”
Nahêlin rojnamegera girtî sewqî nexweşxaneyê were kirin
Hate diyarkirin ku sewqa rojnamegera girtî û nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç a ji bo nexweşxaneyê hatiye astengkirin.
Di doza Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de dosya dê ji dozger re bê şandin
Di danişîna doza Cîhan Can de ku otobûsa bizirx a polîsan dabû ser û qetil kiribû de ji bo amadekirina mutalaayê biryar hate dayin ku dosya ji dozgeriyê re were şandin.
Olmez ê AKP’î gilî kir leşkeran bi ser gund de girtin: 7 kes hatin binçavkirin
Li Colemêrgê ji bo erdê madenê di navbera gundiyan û biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î de nîqaş derket û piştî nîqaşê leşkeran bi ser gund de girtin û 7 kes binçav kirin.
Encamnameya Komxebata Zarokan hat aşkerakirin
Encamnameya “Komxebata Ji Bo Zarokistanan” ku li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Di encamnameya komxebatê de bang hate kirin ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê.
Şandeya Îmraliyê bi hevserokên giştî re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re civiya.
4 leşkerên din jî mirin
Wezareta Parastinê ragihand ku ji ber bikaranîna gaza metanê 4 leşkerên din jî jiyana xwe ji dest dane.
Di serdegirtina malê de polîsan îşkence kir û gefa kuştinê xwarin
Polîsên ku li navçeya Seravê bi ser malekê de girtin, Nevzat Hamzaoglûllari derb kirin û gefa kuştinê li hevjîna wî xwarin.
Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in
Rojnameger Aslan Aslan ku li Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan dişopîne, diyar kir ku ji bo torena ku dê PKK li dar bixe li benda banga Abdullah Ocalan disekinin.
Aktivîstê mafê mirovan ê Hindistanî: Têkoşîna Kurdan îlhamê dide
Aktîvîstê mafên mirovan ê Hindistanî Miloon Kotharî diyar kir ku banga Abdullah Ocalan qad ji paradîgmaya neteweya demokratîk vekiriye û got: “Têkoşîna gelê Kurd îlhamê dide ji ber ku têkoşîneke berfireh e.”
Xwebûn bi manşeta ‘Wa Ocalan sey Mandela serbest bo’ derket
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 290’an de bi manşeta “Wa Ocalan sey Mandela serbest bo” derket.