Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt

Hesabê Înstagramê ya Ajansa Welat hate girtin.

Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike

Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku 12 sal berê hatibû kuştin Emel Kormaz, got: “Kesên ku zarokên me kuştin yek jî nehate cezakirin. Ev bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike.”

Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye

Rojnameger Erdal Er diyar kir ku torena PKK dê li dar bixe ji bo pêvajoyê qonaxeke krîtîk e û got: “Pêşeroja pêvajoyê, girêdayî helwesta hikûmetê ye. Divê Enqere ji bo van gavan zemîneke hiqûqî û yasayî ava bike.”

Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde

Hamasê ragihand ku di çarçoveya muzakereyên ji bo sekinandina êrişên li dijî Şirîda Xezeyê hatine destpêkirin de qebûl kiriye 10 dîlgirtiyên Îsraîlê berde.

9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne

Di ser hewldana derbeya leşkerî de 9 sal bihurîn, lê hêj 2 hezar û 520 endamên KESK’ê venegeriyane ser karên xwe. Hevserokê Şaxa SES a Êlihê Cîhan Tuzun got: “Ger li Tirkiyeyê veguherîna bo civaka demokratîk çêbe divê di destpêkê de hevrûbûnek bi mexdûrên KHK’ê re çêbibe.”

Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene

Dîcle Aksu ku têkildarî Girtîgeha Tokatê rapor amade kir, anî ziman ku ji ber sepana lêgerîna nava dev girtî ev 8 meh in ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar hatine hiştin.

Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin

Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi di çarçoveya operasyona li dijî şaredariyê de hate binçavkirin.

Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir

Dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, diyar kirin ku banga bidîmen ya Abdullah Ocalan moral daye wan û gotin: "Em ji Rêberê xwe bawer dikin, em li pişt banga wî ne. Em amade ne ku çi ji destê me bê em ê bikin."

Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve

Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk diyar kir ku pêvajo bi saya bangên dîrokî yên Abdullah Ocalan gihîştiye asteke girîng û got ku divê meclis rola xwe ya girîng bilîze. Her wiha bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku piştgirî bidin pêvajoyê da ku heba nebe.

Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir

Şêwirmendê Rojhilata Navîn ê Koma S&D ya Parlamentoya Ewropayê Francesco Cerasani diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî şer û xetereyên li Rojhilata Navînê rêya çareseriya demokratîk nîşan daye û got ku azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo Rojhilata Navînê hem jî ji bo Ewropayê pir girîng e.

Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin

Dayikên Roboskiyê diyar kirin ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin hêvî daye wan û yên di şer de herî zêde xemgîn dibin dayik in û gotin: "Bila dayikên leşkeran bi destên me bigirin. Ger em destên hev bigirin, dê êşa me kêm bibe."

Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin

Dayika Aştiyê Peyrûze Kurt ku du zarokên xwe di şer de winda kiriye, banga rawestandina şer kir û xwest komîsyon were avakirin û gav bên avêtin.

ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan

Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû û li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin, tehliye bû.

KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: "Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”

< 189 190 191 192 193 > Rupel 191 / 5.358