Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
Welatiyên ku ji ber muzîka Kurdî guhdar kiribûn rastî êrîşa polîsan hatibûn û êrîş li gelek bajaran bi çalakiyan hat şermezarkirin û peyama ku wê li dijî êrîşên înkar û asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurdî têkoşîn bidome hat dayîn.
Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
Ji ber deynê dema qeyûm, kelûpelên Şaredariya Rêya Armûşê hate hecizkirin.
Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
Parêzerên Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, li dijî girtina wî careke din îtiraz kirin.
Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
Ji bo şervanê HSD’ê Abdullah Akyuz ê ku di 13’ê Kanûna 2024’an li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şîn hate danîn.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re dest pê kir.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtinê daxuyandin ku divê muxalefet tevkariyê li pêvajoyê bike û her kes ji bo vê tevbigere.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji bo serdana Figen Yuksekdag û Semra Guzelê bikin, çûn Girtîgeha Kandirayê.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re dest p
Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê re daxuyanî da. Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, diyar kir ku rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê krîtîk e û got: “Zemîna hiqûqî çi qas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be.”
Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
Li navçeya Elkê 5 herêm ji bo 9 rojan wekî "herêma ewlehiya demkî" hatin îlankirin.
DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
DEM Partiyê, êrişên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya li dijî Durzan şermezar kir.
Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
Wezareta Karên Navxweyî, daxuyand ku Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi ku hatibû girtin, ji peywirê hatiye girtin.
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol îro dê gelek hevdîtinan bikin. Şande, dê ewilî hevdîtinê bi Wezareta Dadê û paşê bi Partiya Gelecekê û MHP'ê re bike.
Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
Şaredarê Beylîkduzuyê Mehmet Mûrat Çalik ku di çarçoveya lêpirsîna li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin, sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin.