Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
Dayika Aştiyê Rahîme Tûranê diyar kir ku ew dixwazin merasîma îmhakirina çekan bibe wesîleya aştiyê û dixwestin zarokên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane jî vê rojê bidîtana û got: "Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin."
Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Abdullah Ocalan azad be.
Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."
Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye."
Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne."
SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
SOHR'ê daxuyand ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li Siwêdayê bûye 516 û ji van, 86 kes hatine daliqandin.
Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li dijî îşkence, muameleya nebaş û astengkirina berdana girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
Li Girtîgeha Kirşehîrê gardiyanan, ji ber pêvajoyê sixêf li Bahçelî û Erdogan kirine û cendirmeyên girtîgehê jî, bi "darbeyê" gef li girtiyan xwariye.
Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
Jinan bertek nîşanî êrişa li ser malbata ku ji ber muzîka kurdî guhdar kiribû bi êrişê re rû bi rû mabû, dan. Jinan got: "Em ji bo jinan û hemû gelan, jiyaneke wekhev, aştiyane û azad dixwazin."
Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
Şîna ji bo endamê QSD'ê Abdullah Akyuz ê ku hat gotin di berxwedana Tişrînê de jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin. Malbata Akyuz got: "Em ser bilind in, em bi wan serfiraz in."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê û Selahattîn Demîrtaş kirin û ji bo tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin divê rêya wan bê vekirin.
Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
Mecît Alagoz, piştî 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin.
‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
Saye Sîdal a li Girtîgeha Qerçek ê ragirtin, ragihand ku li dijî Pexşan Ezîzî tundiyên fîzîkî û yên dêrûnî tên kirin.
Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
Êrişeke din a bi dronên bombebarkirî li ser bîrên petrolê yên Tawkê ya li Zaxo hat kirin. Di heman demê de dronek bombebarkirî li nêzî Hewlêrê ket xwarê.