Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozgur Ozel, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku dê temînatên hiqûqî pêvajoyê civakî bike.
ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
Bi munasebeta 39’emîn a damezirandina ÎHD’ê, Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo pêvajoyê pêdivî bi amedekirina peymaneke civakî ya nû heye.
Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
Abdullah Ocalan ji bo Konferansa Ronakbirî ya Şengalê peyam şand û wiha got: "Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdana mirovahiyê ye."
Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
Akadmîsyenan, diyar kirin ku li Zanîngeha Kobanê li gorî paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk perwerde tê dayîn û destnîşan kirin ku dê perwerdeyê bi azadiya jinê û Jîneolojiyê ya ku Abdullah Ocalan gotibû “projeya min a nîvcomayî” ve temam bikin.
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûc û Cengîz Çîçek dê di komisyona ku di meclisê de bê avakirin de cih bigirin.
Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
Malbatên Arya Tokay û Ronahî Erol ên çeka xwe îmha kirin dan zanîn ku ew kelecana dîtina zarokên xwe piştî bi salan derbas dikin û gotin, "Em li pişt daxwaza zarokên xwe ya ji bo siyaseta demokratîk û civaka demokratîk sekinînin.”
Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
Ji Baroya Wanê parêzer Yûnûs Kûtlûay da zanîn ku di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de divê mafên zarokan nayên jibîrkirin û got, "Sûcên li hemberî zarokan tên kirin êşeke civakbûyînê ye û ancax bi çalakiyeke kolektîf dikare çareser bibe."
Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
Omer Cuma Salih ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ragihand ku rastî êrişa gardiyanan hatiye û bi saetan tena serê xwe di qawişê de hatiye hiştin.
Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' bû, xwest ku şewata ji aliyê komê ve hatiye pêxistin rê li ber azadiyê veke.
Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
Ahmet Karagoz ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, got: "Divê qanûn werin derxistin da ku hatina gerîla misoger bibe. Nexwe, ev biratî dê çawa were avakirin? Ez bawer dikim ku ew ê ev çêbibe."
Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
Di ser kuştina ciwanên ji herêma Derya Reş Ezgî Aydan Şalcî, Mert Comert, Alîcan Vûral û Koray Çapoglu re 10 sal derbas bûn ku ji bo zarokên Kobanê bibin hêvî derketibûn rê. Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî diyar kir ku têkoşîneke mezin meşandin.
Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê di 13'emîn sala xwe de hebûna xwe didomîne. Hevseroka PYD'ê Perwîn Yusifê îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Şamê ya guherî, di polîtîkayên xwe yên înkarê de israr dike û got: "Em ê dest ji mafên ku me bi dest xistine bernedin."
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
Hevserokê MED TUHAD-FED'Ê Kerem Canpolat ku beşdarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, destnîşan kir ku divê karê ewil ê komîsyona ku li meclisê were avakirin girtiyên nexweş bin.
Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
Tevî ku rojên di ser merasîma dîrokî ya PKK'ê re derbas bûne jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku dewletê hînê ji bo çareseriyê ti gav neavêtiye û gotin, "Eger tê xwestin gavek were avêtin, divê pêşî Rêber Apo bigihêje azadiya fîzîkî. Li gel vê yekê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş mecbûriyetek e."
Li Iraqê şewat: 50 kes mir
Li bajarê Kutê ya Iraqê li xwaringeheke navenda danûstendinê de şewat derket û di encama şewatê de 50 kes mir û bi dehan kes jî birîndar bûn.