Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
Di danezana 6 xalî ya piştî civîna MGK'ê hat weşandin de, îşaret bi bi pêvajoya ji bo çareserkirina meseleya kurd û geşedanên li Sûriyeyê hat kirin.
Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê ya Siwêdayê bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên peywendîdar kir ku derman ji bo hezar û 350 nexweşên penceşêrê ku jiyana wan di xetereyê de ye dabîn bikin.
Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA'yê, ragihand ku hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Baneyê kolberekî kurd bi giranî birîndar kirine.
Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş daxuyand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê li meclisê komîsyonek were avakirin û ev komîsyon wê di hefteya ewil a meha Tebaxê de dest bi xebatê bike.
Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
Cenazeyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ê li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 19 rojan anîn Stenbolê.
Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
Ji bo endama YRK’ê Zîlan Esen (Arîn Qoser) ku hat ragihandin jiyana xwe ji dest daye li Qoserê taziye hat danîn û taziye bi girseyî hat ziyaretkirin.
Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
Emre Erdem ê ku li Girtîgeha Kirşehîrê bi gotinên "Ev Îmraliya duyemîn e" gef lê hate xwarin, di hevdîtina bi malbata xwe re got: "Gardiyanên ku dema îşkence li min kirin destên wan birîn bû, ji ber birînên destên xwe giliyê min kirin."
DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
DEM Partiyê bi munasebeta salvegera qetlîama li dijî malbata Dedeogullari de kesên jiyana xwe ji dest dabûn, bibîr anî û diyar kir ku heta kesên ev qetlîam daye kirin bên darizandin em ê têbikoşin.
Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin got: "Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên Meclisê."
Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê, ji ber nexebitandina klima nexweş mexdûr in, xizmên nexweşan bi derfetê xwe, xwe hênik dikin.
Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna ku ji bo Firat Bayrak ê HPG’î li navçeya Silopiyayê hate danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
Hevşaredarê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol diyar kir ku sal û nîveke li dijî texrîbata ku qeyûm û AKP'ê çêkirine têdikoşin û got ku ew ê tevî gel bajêr bi rê ve bibin û pirgsirêkan çareser bikin.
Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
Ayşe Kazanhan, dayika Nihat Kazanhan ê ku di 12 saliya xwe de hat qetilkirin, anî ziman ku komîsyona ku dê li Meclisê were avakirin divê ji bo zarokên hatine qetilkirin doza edaletê bike û got: "Bêyî edaletê aştî nabe."
Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
Keşeyê Dêra Protestan Ender Peker ku yek ji beşdarên "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" bû got: "Ger em yekgirtî bin, em ê bihêz bin. Ger em bihêz bin, aliyê din dê guh bide me." Endama DÎK'ê û Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acarê jî got: "Dermanê Kurdistanê yekîtî ye."
Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
Têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cuma Erçe, destnîşan kir ku Elewî parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne.