Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
Li navçeya Rezanê ciwanek, ji ber pirsa sedemê kontrola nasnameyê ji aliyê polîs ve rastî tundiyê hat.
Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku tundiya li ser girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Merîwanê zêde bûye.
Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê bi rojan e ji ber birîna avê tî hatin hiştin. Kesên avê dibin malên xwe bi tankeran ragihandin ku ti bersiv ji serlêdanên wan re nehatiye dayîn.
Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
Şaredariya Peyasê di dema qeyûm de ji ber nelirêtiyê û gendeliyê ketiye bin deynekî mezin. Di encame lêpirsina dadgehê de li 25 kesan ceza hatiye birîn.
Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
Qeymeqamê Hezexê, têkildarî polîs Mehmet Kîraz ê ku bi wesayîta zirxî li zarokekî 7 salî xistibû û kuştibû, îda kir ku “bêyî lêqelibandinê alternatîfa wî nebû” û destûra lêpirsînê neda.
Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
Li gel diziya amûrên tibî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, derket holê ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Şirnexê kadroyên sixte afirandine.
Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
Dayika Şemiyê Îkbal Eren, diyar kir ku bendewariyên wan ên ji pêvajoyê bicihanîna daxwazên wan e û got: “Bila gorên xizmên me bê dîtin û polîtîkayên bêcezakirinê bi dawî be."
Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
Di wêneyên ku ajansa me ji depoya HepsiJETê bi dest xistiye de, tê dîtin ku xwarin ne paqij e, daşir qirêjî ne û av nayê. Ev yek nîşan didin ku karker di warê fesixkirina peymana kar de mafdar in.
Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
Rêveberê ÎHD'ê parêzer Mehmet Alî Aslan diyar kir ku Lijneya Îdarî û Şopandinê ji girtiyê bi navê Ayhan Bayar pirsa, "Ger pêvajo bi erênî encam nebe û PKK bi avabûneke nû berdewam bike, hûn ê tevlî vê rêxistinê bibin?" pirsî û serbestberdana wî hate astengkirin.
Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
Metîn Abayay, birayê nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê ku 33 sal berê ji aliyê Hizbulkontra ve hat qetilkirin, got: "Peyrewên wî tevî hemû zextan jî lêgerîna wî ya heqîqetê didomînin."
'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
Hevserokê Navçeya Qaxizmanê ya DEM Partiyê Tûncer Aras bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev gavên yekalî fikar û pirsgirêkên baweriyê yên gel kûrtir dikin. Divê dewlet di vê qonaxê de samîmiyeta xwe nîşan bide."
Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li kurd û Kurdistaniyan kirin ku yekîtiya neteweyî pêk bînin û gotin: "Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwana hemû avahiyên kurd û Kurdistanî ye. Em bang li her kesî dikin ku vê înîsiyatîfê xurt bikin."
Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
Li navçeya Cizîrê 4 ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin, hatin binçavkirin.
Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hevdîtin bi malbata xwe re kir, got: "Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye."