Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
Girtiyê nexweş Seyfettin Demhat ji ber ku dermanên wî nehatin dabînkirin sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hat kirin. Hevjîna Demhat, Tuba Demhat got: "Nexweşiyeke wî heye ku heke dermanên wî nayên temînkirin, dibe ku bibe sedema mirinê."
Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
Henan Şengalî ku ji pirsa "Ma em jî dikarin çekê hilgirin?" a ku dema şervanên jin ên ji qirkirinê direviyan lê peyda bû, got: "Ez êdî ne ew jina êzdî ya berê me. Îro, em bihêz in. Em ji xweliya xwe ji nû ve vejiyan."
Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
Spotê dest bi weşanê kir, di bernameya Dort 1 Yandan de komîsyona Meclisê hate gotûbêjkirin.
Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
Zabitayên Şaredariya Konakê, deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awestayê mohr kirin.
Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
Rojnamevan Dilgeş Ruvanas, ji ber birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe îfade da. Ruvanas, got: “Ne min kesên ku daran dibirin bidarizînin.”
Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di çalakiya li pêşiya Wezareta Dadê de axivî û diyar kir ku pêvajoya der barê girtiyên nexweş hêdî rêve diçe û daxwaz kir ku wezaret kontrolên bi bandor bike.
Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
Serokomar Erdogan ji ber nexweşiyan cezayê Adem Kozu yê ku bi komkujiya Madimakê tê sûcdarkirin rakir.
Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna ku ji bo Bîşeng Kabak a YJA Star’î li Şirnexê hate danîn bi girseyî hate ziyaretkirin.
Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin, wê civîna xwe ya yekemîn di 5’ê Tebaxê de li dar bixe.
DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
Komên DEDAŞ’ê, bêyî ku biçin du gundên Şirnexê û îndeksa jimêreka ceyranê binerin li 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûreya ceyranê birîn.
‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin nîqaşên li ser "zarokên ku ber bi sûc ve têne teşwîqkirin" nirxand û destnîşan kir ku ji dêleva hebskirinê divê li ser bingeha ku dibe sedemên sûc bê sekinandin.
Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
Kargehên ku ji çar aliyan ve Pira Deh Derî dorpêç kirine, hem pirê û hem jî Geliyê Dîcleyê wêran dikin û çayê bi 800 TL'yî difiroşin.
Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
11 sal di ser Fermana 74'an a li dijî êzdiyan re derbas bûn. Seîd Hesen ku di dema komkujiyê de 16 rojan tî û birçî li Çiyayê Şengalê ma, got "Tevî fermanê jî, me axa xwe terk nekir."
Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
Dayikên Aştiyê yên ku beşdarî merasîma tunekirina çekan bûn, gotin ku ew li hember hemû zilmên ku wan dîtine aştiyê dixwazin û gotin "Dê bi vî awayî xemgînî û êşa di dilê dayikan de kêm bibe."