OHD'ê bang li dewletê kir: Rêzê ji bo mafê şîngirtinê û definkirinê bigirin
Şaxa OHD’a Şirnexê bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî merasîma definkirina cenazeyê Ferhat Tunç û êrişa li dijî şîna wî da û got: “Êriş û astengkirin, mînakeke şênber a polîtîkayên zextê yên li dijî gelê Kurd e.”
Nûreddîn Sofî dê li Qamişloyê bê definkirin
Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî, bi beşdariya hezaran kesan bi konvoyekê ji Dêrikê ber bi Qamişloyê ve bi rê ket.
Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin
Ji bo Metîn Arslan li warê wî şîn hate danîn. Ber bi cihê şîna Arslan ve meşeke girseyî hat lidarxistin. Hevsrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di şînê de got: “Em careke din soz didin wan ku dê vê têkoşînê mezin bikin.”
Altiparmak: Divê îfadeya Akin Ozturk a têkildarî Roboskê weke firsend bê dîtin
Hiqûqnas Kerem Altiparmak bal kişand ser gotinên Akin Ozturk ku ji bo Komkujiya Roboskê digot "Ez dizanim kê ferman da ye" û wiha bal kişand ser komîsyona li Meclisê: "Bi rastî jî ev îfade divê weke firsend bê dîtin û li pey vê bikevin."
Dîsa Minbic hat dagirkirin: Hişmendiya wan wek ya DAIŞ’ê ye
Rojnameger Dîcle Ehmed diyar kir ku Minbic a ku 9 sal berê bi operasyona "Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla" hatibû rizgarkirin ji sala 2024'an ve ji hêla heman zîhniyetê ve hatiye dagirkirin û got: "Pergala niha tê domandin, rewşa Minbicê ya di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de tîne bîra mirov."
Hevserokê OHD’a Enqereyê Sîdar: Divê komîsyon Ocalan guhdar bike
Hevserokê Şaxa OHD'a Enqereyê Ferdî Sîdar diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û lê guhdar bike û xwest tecrîd tavilê bê rakirin.
Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin
Welatiyê bi navê Sedat Alkan anî ziman ku polîsan ji bo "sihbetê" ji Midûriyeta Polîsan a Wanê gazî wî kirine û got ku dema wî ev yek red kirî jî îcar polîsan gef lê xwariye.
Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û di vê çarçoveyê de ew ê serî li Wezareta Dadê bidin.
Rojnamevana der barê wê de biryara kelemçeya elektronîk hat dayîn: Ev cezakirin e
Rojnamevan Rahîme Karvar ku ji ber tev li danişînê nebû kelemçeya elektronîk bi wê ve hat girêdan, got: "Mirov nikare ji vê re bibêje çavdêrîkirin. Ev cezakirin e. Ew hewl didin ku bi kontrola edlî xebatên min ên rojnamevaniyê sînordar bikin."
Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
Di çarçoveya operasyona 8’emîn a li dijî ÎBB’ê de ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin.
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê di hevdîtina gel de axivî û diyar kir ku pirsgirêka Kurd çavkaniya hemû pirsgirêkan e û ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê civiya
Endamên Meclisê yên DEM Partiyî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi rojeva texrîbatên qeyûm civiyan.
Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir
Di civîna qabîneyê ya Serokkomartiyê de, Pêavjoya Aştî û Civaka Demokratîk jî di nav de dê li ser gelek mijaran bê sekinandin.
Bi sedan kes ber bi cihê şîna Tunç ve meşiyan: Rêya te rêya me ye
Li Cizîrê bi sedan kes ber bi cihê şîna endamê HPG’ê Ferhat Tunç ku cenazeyê wî 8 sal piştre hate definkirin ve meşiyan.