‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
Lêkolîner Rûken Ay Adin diyar kir ku civakîbûna aştiyê bi pêşveçûna zelal a pêvajoyê û jiholêrakirina nezelaliyan ve girêdayî ye û got ku divê civaka sivîl bêyî li benda bangekê be rasterast beşdarî komîsyonê bibe.
Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
Ayfer Tîmurlenk ku di avakirina Dem-Sir Aş û Mala Çandê ya komunal ya li Dersîmê bû, got: "Ez hêvî dikim ku ev bibe destpêkek û em karibin rihê jiyana komunal ji nû ve bi dest bixin."
'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
Li Êlihê bi bi hezaran kes bi dirûşmeya "Em aştî û civaka demokratîk ava dikin" tevli şahiyê bûn û wiha gotin: “Ger em bêjin wekhevî û xwişk û biratî divê em ne bi kodên berê, hewcedariya me bi nêrîneke nû heye.”
DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
DEM Partî li Kerboranê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de bi karkerên tekstîlê re civiya.
Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
Welatiyên Qilebanê li dijî xebatên lêgerînê yên madenê dest bi nobetê kirin.
Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
Di 23’yê Tebaxê de li Wanê dê bi pêşengtiya TJA, DEM Partî û DBP’ê bi dirûşma “Ne tecrîd, azadî dê bi ser keve” were lidarxistin.
Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
Duh di saetên şevê de li Îzmîrê buroya Rojnameya Evrenselê hate gulebarankirin. Têkildarî êrişê kesek hate binçavkirin.
Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên di sala 9’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Rojnewsê, bi peyamekê got ku berpirsyarê sereke ya qetilkirina Hisên PDK ye û got: “Em ê kujeran ne ji bîr bikin ne jî efû bikin.”
Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
Cenazeyên 22 Êzidiyên di Fermana 3’yê Tebaxê de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.
Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
Li navçeya Hasanbeyliyê dema arazoz ji bo vemirandina şewatê diçû cihê bûyerê, wergeriya. Di qezayê de karkerê daristanê yê 23 salî Nazim Demîrel jiyana xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.
Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
Îro saet di 11.11’ê de li navçeya Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû.
Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
Mehmet Beşalti ku di 29'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê hat berdan, got ku di dema hewadariyê de gava werzîşê dikirin midûrê girtîgehê ji wan re digot "Hûn ê zêde bêhnê bistînin" û bi vî awayî dibû asteng.
32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
Zahir Serbest ku di Komkujiya Dîgorê de bi birîndarî 17 rojan hat îşkencekirin û paşê hat girtin, got: "Dewlet û dadgeh her tim dixwestin sûc bixin stûyê PKK'ê, lê me hemûyan polîsên ku gule li me reşandin nas dikir."
‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Şengal ku li Casenayê bû şahidê merasîma şewitandina çekan got: "Çekên rizgarker ên Şengalê bûn sembola aştiyê."