Piştî 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
Mahfuz Dorudemîr ê ku piştî 30 salan hate tehliyekirin li Amedê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” ve hate pêşwazîkirin.
Dayikên Şemiyê: Aştî bi ronîkirina paşerojê pêkan e
Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 1066'emîn de daxwazên xwe yên têkildarî pêvajoyê anîn ziman û diyar kirin ku aştî ne tenê bidawîkirina şer û pevçûnan bi ronîkirina paşerojê pêkan e.
Bi girtiyan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin
Abdulsamet Burak ê ku li Girtîgeha Suluca ya Edeneyê tê ragiritn, ragihand ku bi zorê bi wan korîdorên girtîgehê didin paqijkirin.
Bernameya 1'ê Îlonê ya Stenbolê diyar bû
Bernameya mîtînga 1'ê Îlonê ya ku dê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Kadikoyê li dar bixin, hat eşkerekirin.
Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 39 çete hatin girtin
QSD’ê li Hesekê li dijî DAIŞ’ê operasyon da destpêkirin û di operasyonê de 39 çete hatin girtin.
Piştî hat berdan bi 7 mehan jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Karatepe ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 6'ê çileya 2025'an de piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncan a Enqereyê derket. Mûstafa Karatepe ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Banga meşa 1'ê Îlonê ya Amedê
Ji bo meşa ku dê di 1'ê Îlonê de li Amed'ê bi dirûşmeya "Ji bo avakirina civaka demokratik em ber bi aştiyê ve dimeşin" were lidarxistin, banga beşdariyê hat kirin.
Endamê Komîsyonê Ekmen: Demokrasî û edaletê baweriya bi pêvajoyê xurt bike
Parlamentere Partiya DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku ger ev pêvajo ji bo her kesî demokrasî, edalet û hiqûqê bîne dê baweriya civakê bi pêvajoyê xurt bike.
Li Behra Reş gund bi gund civînên pêvajoyê: Fikar û pêşniyar bi Ocalan re hate parvekirin
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglu, diyar kir ku li hêrêma Behra Reş gund bi gund bi welatiyan re civiyane û got: “Em pêşniyar, fikar û rexneyan rapor dikin. Ev rapor dê ji rêzdar Ocalan re bên şandin.”
Banga ji bo 1'ê Îlonê: Em bi ruhê Newrozê pêşwazî bikin
DEM Partiyê ragihand ku ew ê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelek bajaran bi girseyî pîroz bikin û bi ruhê Cejna Nevrozê bang li gel kir ku dakevin qadan.
Şaredariya Erdîşê tevî deynan jî xizmeta ji bo gel paşguh nake
Hevşaredara Şaredariya Erdîşê ya DEM Partiyê Guler Temel got ku ji dema ku şaredarî ketiye destê wan heya niha gelek projeyên li ser esasê jin û zarokan pêk anîne û tevî 600 milyon deynî jî, wan xizmeta giştî paşguh nekiriye.
Parêzer Akin: Tecrîd didome, bendewariya gel gavên berbiçav e
Parêzer Mehmet Akif Akin diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike û got: "Tişta ku gel hêvî dike gavên berbiçavtir û rasteqîntir in. Biryarên komîsyonê divê li ser bingehên qanûnî bin."
‘Berdana girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ji bo aştiyê ye'
Hevserokê TUAY-DER Çukurovayê Mahsum Geçer bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û bi bîr xist ku nêzîkî 350 girtiyên nexweşiya wan giran hene û got: "Azadiya girtiyên nexweş gava herî berbiçav a ber bi aştiyê ve ye."
Ji ESP'ê xebata civakîkirina pêvajoyê
Bi dirûşmeya "Ji bo aştiyê azadî, ji bo biratiyê wekhevî" ESP'ê dest bi xebata civakîkirina pêvajoyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd kir.