Daxwazên di mitînga Rihayê de derketin pêş: Wekhevî û azadî
Daxwaza di mitînga 1’ê Îlonê ya Rihayê de derketî pêş, “Wekhevî û jiyana li welatekî azad” bû.
Li Xarpêtê çalakiya 1'ê Îlonê
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Xarpêtê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de peyama ku tevgera ciwanan û jinan dê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk hat dayin.
Tulay Hatîmgûllari: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmgûllari di şahiya 1'ê Îlonê de bal bir ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û pêwîstiya hevdîtina komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re.
Bakirhan: Piştî vê saetê hûn nikarin Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî de hepsî bikin
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: "Ji niha û pê ve hûn nikarin birêz Ocalan di hucreyeke 12 metrekareyî hepsî bikin."
Ayla Akat Ata: Heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe
Aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata ku di mîtînga Rihayê de axivî, destnîşan kir ku heya li Îmraliyê tecrîd hebe aştî çênabe.
Polîsan nehişt şîna Şîrîn Işikê bê danîn
Merasîma sersaxiyê ya ku dihat plankirin li mala malbata endama YJA Starê Şîrîn Işik were lidarxistin ku di sala 2018'an de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Li Kadikoyê bi beşdariya bi hezaran mîtînga aştiyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku di mîtînga Stenbolê de axivî, got: "Ev pêvajo hem ji bo aştiya li Tirkiyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn ji bo me firsendek dîrokî ye. Divê bi lez û bez hawîrdorek ku birêz Ocalan karibe bi azadî bixebite û bijî û bi hemû beşên civakê re hevdîtinê bike were peydakirin."
Li Agiriyê banga meşa aştiyê
Platforma Saziyên Demokratîk, xebatên xwe yên ji bo meşa aştiyê ku dê bi dirûşmeya "Ji Bo Civaka Demokratîk Deng Bide Aştiyê" bê lidarxistin, didomîne.
Ji Abdullah Ocalan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne temeniyek, rastiyeke şênber e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1’ê Îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de kete meriyetê dikare bibe. Ev veguherîna civakî, ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ye.”
Di ‘Mitînga Aştiyê’ de posterê Abdullah Ocalan hate hilgirtin
Di “Mitînga Aştiyê” ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Stenbolê tê lidarxistin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin.
'Mitînga Aştiyê' ya Stenbolê: Divê pêşiya pêvajoyê were vekirin
Di metna hevpar a “Mitînga Aştiyê” de wiha hate gotin: “Vekirina pêşiya hemû qenalên demokratîk ku ji bo tev li pêvajoyê bibin, pêwîstiyeke. Tekane rêya gelên me bi ewle û aram bijîn, aştî ye. Dê dinyayeke bêşer û bêkdxwarî bi destên me were avakirin.
'Madem em ê di dewletê de cih bigirin wê demê nasnameya Kurdan qebûl bikin’
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan, got: “Madem em ê bi entegrasyoneke demokratîk di dewletê de cih bigirin, wê demê ziman, çand, nasname û siyaseta Kurdan qebûl bikin.”
Şîna Bahaddîn Ay bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Bahaddîn Ay ku di sala 1995’an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
HPG-NRÇ’ê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî hêzên wan didomin.