Di çalakiyên 1'ê Îlonê de doza azadiya Ocalan hat kirin
Li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesan 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di çalakiyan de li ser misogerkirina "şert û mercên xebatê yên azad" ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat sekinandin.
Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke
uncer Bakirhan û Ozgur Ozel jî di nav de der barê 6 parlamenteran de bi daxwaza rakirina bêtawanîtiya wan 11 fezleke berpêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin.
Li Amedê di meşa 1'ê Îlonê de posterê mezin ê Ocalan hat vekirin
Li Amedê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di meşa 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, posterê mezin ê Abdullah Ocalan vekirin.
Çalakiyên 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê divê biisrar û wêrek bin
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya 1’ê Îlonê li Qada Şêx Seîd daxuyanî da û xwest di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de biisrar û wêrek bin.
Li Şirnexê li qada komirê şewat derket
Li qada stokê ya Tesîsên Bêjandin Şikandina Komirê ya li Şirnexê şewat derket.
Ji baroyan daxuyanî: Ji bo daraza serbixwe û pêvajoyê gavan biavêjin
Baroyên Amed û Mêrdînê bi boneya sala nû ya edlî daxuyanî dan. Baroyan, hêvî kirin ku îsal bibe sala serweriya hiqûqê, serbixwebûna darazê, rêzgirtina li mafên mirovan û ji bo pêvajoyê jî banga avêtina gavan kirin.
Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê ku TJA krîmînalîze kiribû, serlêdana sûc kir.
DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne
DFG’ê da zanîn ku di meha Tebaxê de der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, gef li 2 rojnamegeran hatiye xwarin û di meha Tebaxê de 33 rojnameger girtî ne.
Abdullah Ocalan: Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bibin yek
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku heke pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser keve dê qedera Rojhilata Navîn jî biguhere û got: “Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.”
Xelkê Wanê: Bila bi nave aştiyê serî li rêyên cuda nedin, divê pêvajoyê temam bikin
Welatiyên Wanê bal kişandin ser pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin: “Êdî bes e, bila ev dijminatî bi dawî bibe. Di bin navê aştiyê de bila serî li rêyên cuda nedin û pêvajoyê temam bikin.”
Psîkanalîst a Fransî Roudinesco: Ez piştgiriyê didim banga Ocalan
Psîkanalîsta Fransî Elisabeth Roudinesco, diyar kir ku ew piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û got: “Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê û bi taybet jî j bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîst e.”
Peyamên 1’ê Îlonê: Li dijî şer em mil bidin milên hev
DBP û Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û banga “Li dijî şer em li dora daxwaza aştiyê bibin yek” kirin.
Akademîsyenê Aştiyê Demîrer: Peywirên me hemûyan hene
Akademîsyenê Aştiyê Yucel Demîrer, got, “Heke ev hewldana aştiyê jî têk biçe, ne tenê welatê me lê dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe re encamên tarî bîne.”
Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket
Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket.
Derdora Bendava Tişrînê careke din hate bombebarankirin
Hat ragihandin ku derdora Bendava Tişrînê şevê din careke din bi SÎHA’yan hatiye bombebarankirin.