Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin
Dayikên Şemiyê: Komîsyonên Heqîqetê pêdiviyeke ku nayê taloqkirin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Îbrahîm û Edip Çelîk ku ji aliyê Hizbullahê ve hatin windakirin, daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de îşaret bi bivênevêbûna avakirina komîsyonên heqîqetê hat kirin.

Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin
Xizmên windayan li aqûbeta Gundem, Tarim û Akin pirsin

Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin de, ji bo Îbrahim Gundem, Abdûllah Tarim û Saît Akin ên ku di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin, edalet hat xwestin.

DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin
DBP û DEM Partî: Em ê ruhu têkoşîna Apê Mûsa bilind bikin

DBP û DEM Partiyê, têkildarî 33'yemîn salvegera qetilkirin Mûsa Anter de daxuyanî dan û gotin ku dê mîrateya têkoşînê ya Mûsa Anter bidome.

Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû
Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Apê Mûsa serhildanek bû

Mûsa Anter, li Amedê li kuçeya lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê têkoşîna Çapemeniya Azad her bidome.

Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike
Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike

Komîsyona Wezîran têkildarî "mafê hêviyê" îşaret bi komisyona ku li meclisê hatibû avakirin kiribû. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku vê yekê nirxand, got: "Komîsyon divê bi rêya qanûnên demkî tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike."

Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da
Texsîvanê êrişî wî hat kirin jiyana xwe ji dest da

Texsîvan Alî Sancarê ku li Beyoglûyê êrişî wî hat kirin û hat xespkirin, jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn
Ji bo Rojîn Kabaîşê serî li Wezareta Dadê hat dayîn

Bavê Rojin Kabaîşê Nizamettin Kabaîş, serî li Wezareta Dadê da û xwest ku agahiyên kêm ên di dosyeya dozê de bên çareserkirin. Kabaîş got: "Divê agahiyên kêm bên çareserkirin û kujer bên dîtin."

Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

Xelatên 32’yemîn yên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, bi merasîmekê hatin dayin. Di axaftinên torenê de banga “Dev ji zimanê jehrî berdin, em aştiyê ava bikin” hate kirin.

'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'
'Heya girtiyên nexweş neyên berdan aştî nayê'

Gulistan Demîr, dayika girtiyê nexweş Mehmet Alî Ûgûr ku rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe, wiha pirsî: "Heta ku girtiyên nexweş neyên berdan, aştî nayê vê axê. Dema ku girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bidin, dê aştî çawa were?"

Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike
Parêzer Rengîn Ergul: Divê komîsyona ku komîteyê îşaret pê kir têkildarî 'mafê hêviyê' qanûnê amade bike

Parêzer Rengîn Ergulê diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de, îşaret bi komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin kiriye û got: "Hêviya me ew e ku komîsyon qanûneke der barê 'mafê hêviyê' de ku her kesî dihewîne amade bike."

ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN
ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2025'AN

Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye
Nexweşê Alzheimerê Batur 3 roj in winda ye

Nexweşê Alzheimerê Ramazan Batur 3 roj berê ji mala xwe ya li gundê Bêwasê yê Misircê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.

Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome
Dayikên Aştiyê yên Botanê: Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome

Dayikên Aştiyê yên Botanê bertek nîşanî biryara “Mafê hêviyê” ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û gotin: “Bêyî azadiya Rêberê me çareserî nabe. Heta Rêberê me azad dibe dê têkoşîna me bidome.”

Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin
Li Cizîrê dê ‘Meclisa Ekolojiyê’ bê avakirin

Şaredariya Cizîrê têkildarî projeyên ekolojiyê civîna gel li dar xist. Di civînê de biryara avakirina “Meclisa Ekolojiyê” hate dayin.

'Rêjeya mirinên zarokên karker ji sedî 10 zêde bû’
'Rêjeya mirinên zarokên karker ji sedî 10 zêde bû’

Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê; di serdema perwerdeyê ya 2024-2025’an de herî kêm 72 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hate gotin ku li gorî sala par rêjeya mirina zarokên karker ji sedî 10 zêdetir bûye.

< 104 105 106 107 108 > Rupel 106 / 5.358